ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-02-2022
12 sibat, 2022   00:00

-Bi diruşma "Werin cenga azadiyê, hilweşe komploya 15‘ê Sibatê", Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê çalakiya konvendê li bajarê Qamişlo dest pê dike, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi armanca nirxandina geşedanên li herêmê û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, eşîr û rûspiyên navçeya Dêrikê civînekê li navenda Çand û Hunerê ya Dîcle li dar dixin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo şermezarkirina komploya 15‘ê Sibatê daxuyaniyekê li ber avahiya xwe ya li bajarê Hesekê dide, saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Hesekê rûniştina çaremîn a Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nîqaşkirina bendên girêdayî avakirina sazûmaiya hiqûqî wekî dadgeha taybet bi parastina hevpeymanê didome, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewreya perwerdeyê ya yekemîn a derçûna endaman ji fakulteya zanistan polîsî li Hesekê bi dawî dike, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê di çarçoveya çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya 15‘ê Sibatê de, sînevîzyonekê li ser jiyana rêber Ocalan û komployê pêşkêş dike, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma başûr a kantona Hesekê 3 şehîdên QSD‘ê li Goristana Şehîdan a Şedadê oxir dikin, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayik û hevjînên şehîdan ên Tirbespiyê bi daxuyaniyekê komploya 15‘ê Sibatê şermezar dikin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Bihêra yê Amûdê de zarokek şehîd bû. Hevserokê Meclisa Bihêra got: "Ji ber bêxemiya rêxistinên mafên mirovan ên li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê, êdî baweriya me bi wan nema ye. Vîna gel xurt e, vîna me ji şehîdên me ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîskar Melevan Resûl diyar kir ku xweparastina bingeha parastina maf û destkeftiyan e, her wiha sekna li hemberî her xeteriyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYÎN

- Ahmet Yaman li ser pêvajoya 4 mehan a ji 9'ê Cotmeha 1998'an heta 15'ê Sibata 1999'an ku rêber Abdullah Ocalan wek operasyona herî girîng a NATO'yê dinirxîne, got “Heke wê demê pirsgirêk çareser bibûya, di 23 salan de ev qas êş nedihatin kişandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîskarê siyasî yê sûrî Mihemed Îsa berjewendiya tevahî mirovaniyê ne tenê di derxistina PKK‘ê ji "lîsteya terorê" ye, lê divê wekî xeta parastinê yekemîn li dijî terorê were destnîşankirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê da xuyakirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze careke din çeteyên DAIŞ`ê li herêmê çalak bike. Helwest Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî bêberpirsyartiya li hember komkujiyên li dijî gel in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û akademîsyen Muhîb Saliha got, xwepêşandanên li Siwêdayî dilgermiya her welatiyekî sûrî ku di bin desthilata Şamê de dijî nîşan dide û got: "Ji dema ku despotî û navendî bû desthilatdar ve demokrasî li Sûriyê winda bû." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Christian James destnîşan kir ku Sûriyê karesateke mirovî nîşan dide û Washington ji bo çareseriyeke siyasî bi hevkarên xwe re dişêwire.  Her wiha diyar kir ku DAIŞ sûdê ji bêistiqrariyê werdigire û xeteriyeke mezin e.  (BI WÊNE ).        

JIN

-Kongra Star a navçeya Dirbêsiyê li ser zihniyeta baviksalarî, sedem û encamên wê û mekanîzmeya bidawîkirina ji wê, semînerekê li navenda çand û hunerê ya navçeyê ji mêran re organize dike, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Hin şerê hilbijartinên Lubnanê wekî şerê rizgarkirina Lubnanê ji hewldanên guhertina nasname û dîroka Lubnanê û bidawîkirina aloziyê dibînin. Lê gelo wê beşdarbûna van hilbijartinan çawa be?

ANHA