'Li dijî komplo û hewldanên derxistina fitneyê hevgirtin pêwîst e'

Rûspiyên eşîran û oldarên bajarê Helebê îşaret têkiliyên dîrokî yên di navbera Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên herêmê de kir û diyar kir ku hêzên dijberî Rêveberiya Xweser biratiyê dikin hedef. Her wiha banga xurtkirina yekitiyê li hember komployan kir.

'Li dijî komplo û hewldanên derxistina fitneyê hevgirtin pêwîst e'
2 sibat, 2022   01:51
HELEB – SOZDAR WEQAS

Dewleta Tirk, hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî yên li ser xaka Sûriyê hewl didin tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne , lê hevgirtina pêkhateyan hemû hewldan têk çûn.

Şêx û rûspiyên eşîreyên bajarê Helebê derbarê mijarê ji ANHA`yê re axivîn û girîngiya hevgirtina gel û pêkhateyan destnîşan kirin.

Ji eşîra  Bû Şaban, Ebducelîl Celûl Cabir wiha axivî: "Ji bo gelê Sûriyê ez cûdahiyê naxim navbera wan de ku ev Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen e. Em hemû gelek in. Tu cûdahî di navbera gelên me de tune ye. Li ser vê esasê heger em bibin yek em dikarin dewleta Tirk û hemû komplogeran ji welatê xwe derxînin."

'CÛDAHIYA DI NAVBERA PÊKHATEYAN DE ÇEKEK JI ALIYÊ DEWLETÊN DERDOR VE HATE DÎTIN'

Meleyê mizgefta Museb Bin Omeyîr a li taxa Şêxmeqsûdê Ebdureham Xizo ku ku bi ayetek ji Qurana pîroz dest pê kir û wiha got: "Tevlihevî ji kuştinê xirabtir e. Ev tevlihevî çekeke ku dewletên derdor dît. Ji wan jî dewleta Tirke ku hin xaka Sûriyê dagir kiriye. Em destekê didin QSD`ê ku canê xwe ji vê vaka pîroz feda dike."

Xizo wiha pêde çû: "Ne Kurd tenê di nav QSD'ê de ne, di heman demê de Ereb, Xirstiyan, Êzidî û hemû pêkhate di nav de hene. Em di bin sîwanekê de dijîn. Em ji DAIŞ`ê re dibêjin ku ew nikare QSD`ê bi bin bixe. Serkeftin a me û hêzên me ye û em ê hemû çeteyan ji DAIŞ`ê û dewleta Tirk têk bibin."

Ebdureham Xizo di axaftina xwe de li hemberî dagirkeriyê û têkbirina hewldanên derxistina fitneyan de banga hevgirtinê li pêkhateyan kir.

LI DIJÎ ÊRIŞAN DIVÊ PÊKHATEYÊN HERÊMÊ HEVGIRTÎ BIN'

Endamê komîteya rûspiyên eşîreyên taxa Şêxmeqsûd Elî El-Hesen wiha anî ziman: "Di çarçoveya alozî û şerên ku li welat tê kirin de, divê yekitiya pêkhateyan were çêkirin nexasim ku dijmin wê dikin hedef."

Elî El-Hesen di berdewamiya axaftina xwe  de got: "Ereb û Kurd bi hev re weke bira li ser vê xakê dijîn. Ev yek ne jinûve ye. Lê belê ji beriya hezarên salan ve ye. Lê dijminên vê biratiyê dixebitin da ku Kurd û Ereban ji hev qut bikin. Ev gotin ne tenê ji bo Kurd û Ereba ye lê belê ji bo Asûrî, Êzidî, Tirkmen û Erman ye jî."

Şêx Elî El-Hesen da zanîn ku divê li hember êrişên bi serkêşiya dewleta Tirk yekitiya pêkhateyan were avakirin û wiha axivî: "Bûyerên herî dawî ku ew jî êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya Xiwêranê bû, da ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe."

Şêx Elî El-Hesen bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Xweda bi her kesî re ye. Ji ber wê jî dema ku em bi hevre bin bêyî ku guh bidin netewe û olan, em dikarin li hember van êrişan parastina xwe bikin. Tişta ku dijmin ji me re vedişêre, mezine. Ew bi şev û roj me dişopînin da ku derfetê ji bo têkbirina herêmê û projeya Rêveberiya Xwser û biratiya gelan bibîne. Ev armancên kolonyalîzmî ne. Ji ber wê jî divê em li hember van armanc û çavnebariyên li dijî me hevgirtî bin."

(bx)

ANHA