Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Dogan re xwest

Li Helebê ji bo şervanê QSD'ê Mahsûm Dogan ê ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbû, sersaxî hate xwestin.

1 sibat, 2022   15:09
HELEB

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji malbata şehîd Mahûsm Dogan re sersaxî xwestin. Şervanê QSD'ê (Îsa Horor) 22'yê Çileyê Dogan di Pêngava Gurzê Gelan a bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgha Sînaa ya Hesekê de şehîd bû.

Konê sersaxiyê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê ve li pêşiya mala şehîd a beşê rojavayê taxê hate vedan. Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Şande ji saziyên sivîl, meclisên tax û komînan, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPG , YPJ û HPC , tevî bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd  û Eşrefiyê herikîn bin kon.

Di bin kon de merasîmeke hate lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin axaftin hatin kirin.

Endama Kongra Star Gulê Beko bal kişand ser berxwedana şehîdên Hesekê û wiha got: "Rihê her şehîdekî çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk têk bir. Em berxwedana xwe ji şehîdên xwe yên leheng digirin. Xwîna wan a ku ev ax avdaye wê vala neçe."

Endamê Komîteya Rûspiyan a Helebê Elî El-Hesen jî anî ziman ku armanc ji êrişên dawî yên çeteyên DAIŞ'ê têkbirina projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got, plana vê êrişî ji aliyê îstîxbaratên dewletên herêmî ve, di serî de dewleta Tirk ve hate danîn.

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Necla Hemze bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ'ê bisekine.

Di merasîmê de endama Meclisa Jinan a PYD'ê Roşîn Mûsa jî got: "Gelê herêmê mil bi mil li kêleka şervanan sekinin û êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Xiwêran hate têkbirin û berxwedana wan careke din bi ser ket. Ev berxwedan wê berdewam bike heta ku hebûna DAIŞ û dagirkeriyê li herêmê bi dawî bibe."

Endama meclisa Şehîd Gulê Selmo,  Zeyneb Elî jî êrişên li ser girtîgeha Sînaa şermezar kir û anî ziman ku dewleta Tirk li pey vê êrişê ye da ku ewlehiya herêmê têk bibe.

 Piştî axaftinan, nasnameya şehîd Dogan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Bêrîtan Cedan ve hat xwendin.

Merasîm bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Hesekê bi dawî bû.

ANHA