Li Dêrikê bi hezeran şehîdên Pêngava Gurzê Gelan oxir kirin

Bi hezeran şêniyên navçeya Dêrikê şervanên QSD`ê ku di Pêngava Gurzê Gelan a bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa de  şehîd bûne  oxir kirin.

1 sibat, 2022   15:14
QAMIŞLO

Bi hezeran şêniyên navçeya Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo cenazeyê şehîdên Pêngava Gurzê Gelan  Ehmed Yûsif (Ceger), Mistefa El-Felac (Mistefa), Mihemed Mişel (Mihemed), Ehmed Xelef (Ehmed), Ayaz Elî, Zahid El-Kerfo (Zahid), Mehil El-Hemîd (Menhil), Mihemed El-Celûd (Mihemed), Xidir El-Ibêd (Ararat Çilaxa), Îsa Hemed (Îsa) ji pêşiya Nexweşxaneya Wetanî ya navçeyê wergirtin û bi karwanekî ji sedan erebeyan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê şêniyan cenazeyên şehîdan girtin ser milan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê û şehîd namirin, hatin berzkirin.

Merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê bi navê Kongra Star – Rojava Sîlvan Efrîn axivî, îşaret bi rola şehîdan di parastina welatan de kir û îşaret bi serkeftina mezin a ku QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li girtîgeha Sînaa pêk anîn, kir.

Sîlvan Efrîn destnîşan kir ku serkeftina QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê di Pêngava Gurzê Gelan de, peyama serkeftina hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî komploya li ser herêmê nîşan dide.

Her wiha ji fermandarên QSD`ê Şiblî Şiblî anî ziman ku Pêngava Gurzê Gelan parastina maf û destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Paşê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Ebdurehman Elî jî got, pêkanîna ewlehî û aramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên keda şehîdan û yekitiya pêkhateyan e.

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Cizîrê Hisên El-Elî jî îşaret bi yekitiya pêkhateyan li hemberî êrişan kir û wiha domand: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn yek, xwîna wan di eniyên şer de ji bo parastina tevahî mirovahiyê tev hev bû. Ev xwîna ku li ser vê xaka pîroz hate rijandin tu kes nikare wê qirêj bike."

Paşê nasnameya şehîdan ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Paşê cenazeyê şehîd Ehmed Yûsif, (Ceger), Xidir El-Ibêd (Ararat Çilaxa), Ayazî Elî, Zahid El-Kerfo (Zahid) û Minhil El-Hemîd (Minhil) li Goristana Şehîd Xebat hatin veşartin.

Tê payîn ku cenazeyê Mistefa El-Felac (Mistefa), Mihemed Mişel (Mihemed), Ehmed Xelef (Ehemd), Mihemed El-Celûd (Mihemed) û Îsa Hemed (Îsa) li Goristana Uqab Eswed a navçeya Til Koçer werin veşartin.

(bx)

ANHA