‛Mayîna PKK’ê di "lîsteya terorê" de li pêş aştiyê astengiyek e’

Însiyatîfa gel a navçeya Amûdê da zanîn ku xistina navê PKK’ê  di "lîsteya terorê" de ji bo rewakirina êrişên li ser kurdan li her derê bû û mayîna wê li pêş rêya aştiyê astengiyeke mezin e.

‛Mayîna PKK’ê di "lîsteya terorê" de li pêş aştiyê astengiyek e’
1 sibat, 2022   14:52
QAMIŞLO

Bi diruşma "Edalet û azadî ji kurdan re" însiyatîfa gel a navçeya Amûdê ya Qamişlo daxuyaniyek da û banga derxistina navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" kir.

Endamê Meclisa Navçeya Amûdê Hesen Hesen bi beşdariya bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Divê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî navê PKK’ê ji "lîsteya rêxistinên terorê" derxe da ku aştî û demokrasî pêk were. Li kêlek wê jî çareseriya aştiyane ji pirsgirêka Kurd re bingehîna demokrasiya aştiyane ye û derxistina navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" dê îstîqrar û ewlehiyê li Rojhilata Navîn bi giştî bîne.

Mayîna navê PKK’ê di "lîsteya terorê" de li pêş aştiyê astengiyeke mezin e. Hin pêdiviyên pratîkî û yên qanûnî hene ku navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" bê derxisitn. Li gorî xwesteka dewleta Tirk ku endamekî sereke ya NATO’yê ye navê PKK’ê di 2002’yan xistin lîsteya terorê.

Dadgeha Edlê ya Luxembourg di 2018’an de eşkere kir ku navê PKK’ê li gorî şaştiyên tedbîrê bi zilmetî xistine "lîsteya terorê".

Li beramber wê jî rewşa nû ya PKK’ê li Rojhilata Navîn di ber çavan re nehat girtin, ne aştiye demkî ne jî xebata danûstandinê di navbera PKK’ê û hikumeta Tirkiyê de û heta rewşa nû ya kurdan li Rojhilatê Navîn. Bo nimûne, PKK’ê roleke girîng di têkbirina qaşo Dewleta Îslamê "DAIŞ" de, piştî ragihandina xîlafetê di 2014’an de û dagirkirina herêmên de, lîst. Her wiha dewleta Tirk destek da rêxistina DAIŞ’ê ku herêmên fireh li Iraq û Sûriyê dagir bike, nexasim jî di dema êrişên li ser herêmên kurdan de.

Kedên PKK’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de têkoşîna li dijî terorê li Iraq û Sûriyê geş kir, her wiha PKK’ê desteka parastinê kir û gelek herêm ji DAIŞ’ê rizgar kirin; mîna Mexmûr, Şengal, Kerkûkê yên Başûrê Kurdisatnê û Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê. PKK’ê roleke sereke di rizgarkirina bi dehan hezaran êzidiyên Şengalê ku DAIŞ’ê girtibûn, rizgar kirin.

Tu tevgereke Kurd di dirêjahiya dîrokê de bi milyonan Kurd ji bo mafên xwe yên çarenûsê ranekirin, mîna PKK’ê kiriye. PKK’ê tevgera girseyî ya di nava kurdan li Rojhilata Navîn de ye û tevgera yekemîn ku destek daye azadiya jinan û stratejiya civaka demokratîk li Rojhilata Navîn.

Ligel şerê cîhanê ya li dijî terorê, dewletan navê terorê wek çekeke bingehîn bi kar anîn ku rewabûnê ji ser muxaleftê rakin û kedên ji bo mafên mirovan û azadiya wê biçewisînin. Mîna dewleta Tirk li dijî gelê Kurd pêk aniye. Dewleta Tirk navê PKK’ê xist "lîsteya terorê" da ku êrişên li ser kurdan ên li her derê rewa bike."

(fr)

ANHA