​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbeta şehîd Awaz Urmiya re xwest

Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbata şehîd şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Awaz Urmiya ku di Pêngava Gurzê Gelan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê li kantona Hesekê de şehîd bûye re xwestin.

​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbeta şehîd Awaz Urmiya re xwest
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbeta şehîd Awaz Urmiya re xwest
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbeta şehîd Awaz Urmiya re xwest
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbeta şehîd Awaz Urmiya re xwest
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbeta şehîd Awaz Urmiya re xwest
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbeta şehîd Awaz Urmiya re xwest
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbeta şehîd Awaz Urmiya re xwest
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbeta şehîd Awaz Urmiya re xwest
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbeta şehîd Awaz Urmiya re xwest
1 sibat, 2022   13:40
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê ji bo şehîd Awaz Urmiya (Nisrîn Ehmed) ku di 22’ê Çileyê de di Pêngava Gurzê Gelan de li dijî çeteyên DAIŞ’ê li taxa Xiwêran şehîd bûye, konê sersaxiyê veda.              

Bi hezaran şêniyên herêmê li qada parkê ya navçeya Ehdes a Şehbayê kom bûn.        

Piştre yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Ednan Reşo sersaxî ji malbata şehîd Awaz û gelê Efrînê re xwest û got: "Em serî li ber şehîdên azadiyê ditewînin ku ji bo gel azad û bi rûmet bijî canê xwe feda kirine û em di şexsê şehîd Awaz de hemû şehîdên xwe bi bîr tînin."

Endamê Meclisa navçeya Ehdas Heyder Reşîd piştrast kir ku çendî zarokên me şehîd bibin jî em ê teslîm nebin û em ê şoreşa xwe ya ku bi xwîna şehîdên me hatiye avdan û bi fikir û felsefeya rêber Ocalan em ê bi ser bikevin."                    

Heyder Reşîd wiha dom kir: "Dîrok wê binivîse ku 121 zarokên me di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûne û em ê ji bîr nekin ku dîrokê rastiya planên dagirkeriya Tirk a ji bo vejandina DAIŞ'ê li herêmên me, ji me re eşkere kir."

Ji rêveberên Kongra Star a navçeya Ehdas Salha Mihemed bal kişand ser fedekariya şehîdên azadiyê di parastina herêmê de û wiha got: "Şehîdên me li Hesekê ji bo parastina ax û gelê me canê xwe feda kirin û bi giyana wan herêm ji hovîtiya terora DAIŞ'ê hat rizgarkirin, em di şexsê şehîd Awaz de her du şehîdên xwe Barîn Hevrîn bi bîr tînin."

Salha Mihemed wiha lê zêde kir: "Em çiqasî şehîd bikevin jî em ê axa xwe biparêzin û li dijî dagirkeriya Tirk a ku destekê dide terora DAIŞ’ê şer bikin."

Piştre endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Rûken Silêman wesîqeya şehîd Awaz Urmiya xwend û radestî malbata şehîd kir.                

(dx)

ANHA