'Dema hatiye ku Kurd û Ereb li hember zêdegaviyên Tirkiyê bibin yek'

Mihemed Ebû Sebha got dem hatiye ku Ereb û Kurd ên li Sûriyê bi hev re çarenûsa xwe diyar bikin û got: "Divê parçebûnê bi dawî bikin ku di encama destwerdana dewleta Tirk li Sûriyê de çêbûye."

'Dema hatiye ku Kurd û Ereb li hember zêdegaviyên Tirkiyê bibin yek'
29 ÇILE, 2022   02:40
QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Lêkolîner û pisporê kar û barên Tirkiyê Mihemed Ebû Sebha ji ajansa me re axivî û diyar kir ku destwerdana dewleta Tirk di Sûriyê de tenê planên Erdogan ên li herêmê pêk tînin û ji sozên ku Erdogan dane opozîsyona Sûriyê tiştek pêk nehat.

Ebû Sebha wiha domand: “Beramberî wê, beşeke mezin a plana Erdogan pêk hat ku armanc dike herêmên li nêzî sînor ji kurdan vala bike. Ev yek bi rêya komên çekdar ên Sûriyê pêk anî, piştî ku armanca wan hat guhertin û şerê kurdan kir. Li aliyekî din qada bi destê opozîsyonê kêm dibe, êdî çarenûsa Idlib mîna bajarên din e yên ku vegerin bin kontrola hêzên hikumeta Şamê. Sozên Tirkiyê bûn derew.”

Li gorî Ebû Sebha: “Divê opozîsyona Sûriyê ji girêdana bi Tirkiyê anku bi Erdogan re xilas bibe ku di encamê de bûn milîs û ji bo pêkanîna armancên Erdogan li derveyî Sûriyê şer dikin. Divê opozisyon bi kurdan re li hev bike.”

Ebû Sebha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir ji ber ku ji destpêka şoreşa Sûriyê têkilî bi hemû pêkhateyên Sûriyê re çênekirin.

Di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Turkmen û gelek netewe, ol û mezhebin din hene.

Di dawiyê de Mihemed Ebû Sebha destnîşan kir ku divê lihevkirinek di navbera Kurd û Ereb ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hebe, da ku ji Rêveberiya Xweser û opozîsyona Sûriyê re, beşeke mezin a giraniya ku ji ber tevgerên Tirkiyê yên li ser xaka Sûryê winda kirine, vegerîne.

(şx)

ANHA