​​​​​​​Rûspiyê eşîreke Ereb: Em piştevanên QSD`ê ne

Rûspiyê eşîra El-Merasîme ya Ereb Zîb Dawûd diyar kir ku li dijî her cure xeteriyên ku ji aliyê DAIŞ`ê, Tirkiyê û hikumeta Şamê ve li ser herêmê,gelê Dêrazorê piştevanên QSD`ê ne.

​​​​​​​Rûspiyê eşîreke Ereb: Em piştevanên QSD`ê ne
27 ÇILE, 2022   07:20
DÊRAZOR

Hemwextî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gundên Til Temir û Eyn Îsa, 20`ê vê mehê çeteyan êrişî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran ya Hesekê kir û hikumeta Şamê jî daxuyanî dan û îşaret bi destekdayîna ji DAIŞ`ê re û dijminatiya ji QSD`ê re kir.

Têkildarî mijarê ji bajarokê Baxozê rûspiyê eşîra El-Merasîme Zîb Xilêf Dawûd axivî û got: "Gelê bajarokê Baxozê ji biçûk heta mezinên xwe li kêleka QSD`ê û Rêveberiya Xweser in."

Dawûd li dijî êrişên DAIŞ`ê yên dawî yên li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran, piştgiriya xwe nîşanî gelê Hesekê kir.

Zîb Dawûd da zanîn ku QSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi armanca parastina ewlehî, îstiqrara herêmê û parastina hemû cîhanê ji xeteriya DAIŞ`ê tev digere.

Zîb Xilêf Dawûd wiha dewam kir: "Ji lewma divê dewletên Ereban û Ewropa li dijî xeteriya DAIŞ`ê bisekinin, wan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxin, bişînin welatên wan û li wir darizînin."

Rûspiyê eşîra El-Merasîme bal kişand ser kesên sûdê ji êrişên li dijî Hesekê werdigirin û wiha pê de çû: "Di serê pêşî de Tirkiyê sûdê ji êrişên terorîstane yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê werdigire, ji ber ku piştevanê yekem ê DAIŞ`ê dewleta Tirk e, her wiha naxwaze ewlehî û îstiqrar li Sûriyê çêbibie."

Dawûd li dijî xeteriyên ku herêmê dikin hedef, piştgirî da QSD`ê û got:" Em ê li hemberî her xeteriyên ji aliyê dewleta Tirk, an DAIŞ`ê û yan jî hikumeta Şamê ve li dijî herêmê, li kêleka QSD`ê bin."

Rûspiyê eşîra El-Merasîme Zîb Xilêf Dawûd bang li civata navneteweyî kir û wiha got: "Zextê li dewleta Tirk bikin da ku êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne, her wiha bang li NY`yê kir ku li dijî êrişên DAIŞ`ê, Tirkiyê û hikumeta Şamê li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li piştgiriya gel bikin."

(eh)

ANHA