Di êrişa li ser Til Temirê de; çeteyek hate kuştin û gelek birîndar bûn

Di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundewarên Til Temirê de çeteyek hate kuştin û gelek jî birîndar bûn. Di heman demê de şer di navbera çete û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de berdewam e.

Di êrişa li ser Til Temirê de; çeteyek hate kuştin û gelek birîndar bûn
26 ÇILE, 2022   20:31
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên leşkerî, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ên li dijî gundê Til El-Leben ê rojavayê Til Temirê yê li rex rêya M4 didin.

Heman çavkanî da zanîn ku di encama êrişan de çeteyek hate kuştin û gelek birîndar bûn, lê digel êrişên berdewam de hîna hejmara birîndaran nehatiye diyarkirin. Ev êriş piştî çend saetan ji ragihandina têkçûna DAIŞ’ê li Hesekê pêk hat.

(fr)

ANHA