Çalakiya li Sêmalkayê rastiya PDK'ê raxist ber çavan

Çalakiya li deriyê sînor ê Sêmalkayê ku 111 rojan dewam kir, rastiya xiyaneta PDK'ê ji raya giştî û gelê Kurd re raxist ber çavan.

Çalakiya li Sêmalkayê rastiya PDK'ê raxist ber çavan
Çalakiya li Sêmalkayê rastiya PDK'ê raxist ber çavan
Çalakiya li Sêmalkayê rastiya PDK'ê raxist ber çavan
Çalakiya li Sêmalkayê rastiya PDK'ê raxist ber çavan
Çalakiya li Sêmalkayê rastiya PDK'ê raxist ber çavan
Çalakiya li Sêmalkayê rastiya PDK'ê raxist ber çavan
Çalakiya li Sêmalkayê rastiya PDK'ê raxist ber çavan
Çalakiya li Sêmalkayê rastiya PDK'ê raxist ber çavan
Çalakiya li Sêmalkayê rastiya PDK'ê raxist ber çavan
Çalakiya li Sêmalkayê rastiya PDK'ê raxist ber çavan
24 ÇILE, 2022   01:46
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê  bi banga wergirtina cenazeyên gerîlayên ku li herêma Xelîfanê di kemîna PDK`ê de şehîd bûne û bi armanca şermezarkirina xiyaneta PDK'ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re, konê çalakiyê li deriyê Sêmalkayê kon veda.

Çalakî 5`ê Cotmehê dest pê kir û 111 rojan dewam kir. Dayikên Aştiyê, ciwanên şoreşger, şandeyên desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên mirovî, rûspiyên eşîran, oldar, Hêzên Parastina Civakî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên TEV-DEM'ê rojane çalakî dewr digirin û piştgiriya xwe bi daxwazên malbatên şehîdan re nîşan didan.

Dayikên Aştiyê xwestin ku peyama xwe bigihînin desthilata Başûr û PDK`ê, lê ruxmî bangên aştiyane çekdarên PDK'ê çek li dijî dayikan rakirin û nehiştin derbasî Pêşxabûr bibin.

Di bernameyên çalakiya li Sêmalkayê de, gelek axaftin, daxuyanî, semîner û sinevîzyonên li ser şehîdên Xelîfanê hatin weşandin. Li aliyekî din jî  Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşeke dirêj ji Qamişloyê ber bi deriyê Sêmalkayê ve ku sê rojan dewam kir li dar xist.

Tevî bangên aştiyane yên hêzên niştimanî, partiyên siyasî, yekiti, sazî, deste, şêxên eşîran û oldaran, lê PDK`ê cenazeyên şehîdan radest nekir û bangên wan aliyan red kir, ji wê zêdetir jî deriyên Pêşxabûr û El-Welîd girtin û ambargo li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kir.

Endamên komîteya amedekar  a çalakiyê destnîşan kir ku zêdetirî 10 hezar pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tev li çalakiya li Sêmalkayê bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan duh  bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakiya li Sêmalkayê dê li deverên din berdewam bikin.

Piştî daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hisên Ubêd ji Sêmalkayê axivî û got: "Piştî 111 rojan ji çalakiyê ku bi çavdêriya Meclisa Malbatên Şehîdan bû, em berxwedana çalakgerên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav dikin ku piştgiriya xwe nîşanî malbatên şehîdan dan û xiyaneta PDK`ê, şermezar kirin."

Ubêd ev li gotina xwe zêde kir: "Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê biryara bidawîkirina çalakiya konê li deriyê Sêmalkayê da û dê çalakiya xwe li deverên din berdewam bikin. Ji ber ku soz dane rêber Abdullah Ocalan û şehîdan ku ew ê rêya wan bişopînin û li dijî xiyanetê, berxwedanê xurttir bikin."

Ubêd bi domdarî got, komployên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim bûyerên dawî yên li Hesekê, berdewamiya komploya 14`ê Sibatê ne û anî ziman ku Meclisa Malbatên Şehîdan û hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li dijî van planan bisekin.

Di dawiyê de Hisên Ubêd anî ziman ku pêwîstiya qonaxê bi têkoşîn û berxwenda li dijî hemû komplo û xiyanetê heye û wiha got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Dêrikê heta Şehbayê dê çalakiya xwe ya aştiyane heya misogerkirina armancên wê, berdewam bikin."

(eh)

ANHA