Dewleta Tirk a dagirker navçeyên Şera û Şêrawayê daye ber topan

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundên Şera, Şêrewayê û kantona Şehbayê topbaran dikin.

Dewleta Tirk a dagirker navçeyên Şera û Şêrawayê daye ber topan
20 ÇILE, 2022   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçegihanê me ji herêmê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên navçeya Şera û Şêrawayê û kantona Şehbayê topbaran dikin.

Li gorî agahiyan dewleta Tirk gundên Soxanekê, Ziyaretê, Kefer Anton, Malikiye, Şiwarxe û Kela Şiwarxe, Meranaze û Elqemiye yên Şera û Şêrawayê daye ber topan.

Her wiha gundên Eyndeqne û Bêlûniye a kantona Şehbayê topbaran dikin.

Li gorî agahiyên destpêkê zêdetirî 20 top li wan gundan ketine û zirarên madî gihaştina milkên şêniyan.

ANHA