Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok a ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dest pê kir

Di çarçoveya pêngava"Werin Cenga Azadiyê" ya bi banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û kamanya "Edalet Ji bo Kurdan" ya bi armanca derxistina navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê çalakiya Pirtûkxaneya Gerok li herêma Cizîrê, dest pê kir.

Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok a ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dest pê kir
Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok a ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dest pê kir
Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok a ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dest pê kir
Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok a ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dest pê kir
Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok a ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dest pê kir
Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok a ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dest pê kir
16 ÇILE, 2022   14:55
QAMIŞLO

Li navçeya Amûdê ya Qamişlo ya herêma Cizîrê çalakiya Pirtûkxaneya Gerok dest pê kir. Çalakî ew e ku bas bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên PKK’ê, pankartên "Bi dînamîka ciwanan em ê rejîma Îmraliyê bişikînin û bi azad bi rêber Ocalan re bijîn", "Dem dema azadiyê ye", "Niha, azadiya fîzîkî ji rêber Apo re" û"Azadiya rêber Ocalan azadiya gelan e" hate xemilandin.

Di Pirtûkxaneyê de parêznameyên rêber Abdullah Ocalan û alanîzên rêbertî hebûn. Pirtûkxaneya Gerok li tevahî navçeya Amûdê geriya, piştre şêniyên navçeyê bi erebeyên xwe tev li çalakiyê bûn û karwana erebeyan li pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeyê rawestî.

Girêdayî mijarê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Nîşan Herekol îşaret bi tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û teqez kir ku ew heta dawiyê li ser şopa rêbertî ne.

Nîşan Herekol armanca ji vê Pirtûkxaneya Gerok eşkere kir û wiha got: "Armanca me ji vê yekê parêznameyên rêber Apo ji tevahî pêkhateyên herêma Cizîrê re veguhêzin û ji aliyê din ve jî em ê îmzeyan ji bo derxistina navê PKK’ê ji 'lîsteya terorê' kom bikin."

Li aliyekî din jî Hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Menwer Xalid piştgiriya xwe ji çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê re nîşan da.

Piştre dest bi komkirina îmzeyan a ji bo derxistina navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" hat kirin û şêniyên parêznameyên rêber Abdullah Ocalan wergirtin.

Dê çalakiya Pirtûkxaneya Gerok heta 24’ê vê Çileyê bidome û li tevahî bajar û navçeyên herêma Cizîrê bigere û dê sibe li Qamişloyê bigere.

(fr)

ANHA