Talîban qeydên nû li jinan ferz kirin

Li Kabulê jinên ku ji bo  bidestxistina mafên xwe yên perwerde, kar û rakirina qeydan xwepêşandan li dar xistibûn,  zext li ser wan hate kirin û bomeyên rûndikrêjî li dijî wan hatin bikaranîn.

Talîban qeydên nû li jinan ferz kirin
16 ÇILE, 2022   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji dema ku Talîban gihaştiye ser desthilatdariya Efganistanê  ve di Tebaxa borî de, xwepêşandanên jin ên ji bo bidestxistina mafên xwe, pêkanîna edalet û azadiyê berdewam dikin.

Talîban qanûnên nû girêdayî cilên jinan derxistin. Li Kabulê jinan bi xwepêşdanan nerazîbûn nîşanî van qanûnan dan. Saziyên ewlehiyê yên Talîbanê bi tundî mudaxeleya xwepêşandan kir û ji bo wan ji hev belav bike, bombeyên rûdikrêjê bi kar anîn.

Tê zanîn ku Tevgera Talîban beriya çend rojan hin çalakiyên werzîşê qedexe kir.

Her wiha gelek pirsên girêdayî mafên jinan li welat çêkir nexasim piştî ku dibistan û zanîngeh tenê ji mêran re vekir.

Tevgera Talîban ji hin xebatkarên jin di saziyên giştî de xwest ku di malên xwe bimînin û vê yekê metirsî li gel bi hezeran jinên li Efganistanê çêkir.

(bx)