​​​​​​​Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Malbatên rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

​​​​​​​Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
14 ÇILE, 2022   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan; Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo ku roja duşemê hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê; birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirim û Xwişka Veysî Aktaş Melîha Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe serî li dozgeriyê da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin di hefteyê de 2 serlêdanan dikin, lê ev serlêdanên nayên bersivandin. Li ser vê yekê parêzeran di 22'yê Mijdarê de parêzeran serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir. Piştî vê derketibû holê ku 2 cezayên nû yên qedexeya hevdîtinê li rêber Ocalan hatine birîn.

Ji parêzerên rêber Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2 û 22’yê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlê xwe re kiribûn.