Şîraz Hemo: Fikrên Ocalan li Îmraliyê ji bo gelan bûne tîrêj

Şîraz Hemo bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û da zanîn hêzên zilhêz fikrên rêber Ocalan ji bo xwe xetere dibînin û ji bo wê tecrîda mutleq li Îmraliyê û tevahî zindanan dimeşînin, lê fikrên Ocalan li Îmraliyê ji bo gelan bûne tirêj.

Şîraz Hemo: Fikrên Ocalan li Îmraliyê ji bo gelan bûne tîrêj
14 ÇILE, 2022   00:40
ŞEHBA-LEYLA LORÎN

Ji 25’ê Adara 2021’an ve ji rêber Abdulah Ocalan agahî nayên girtin. Her ku diçe di nava gelê Kurd û dostên gelê Kurd de li dijî tecrîd fikar û bertek zêde dibin.

Li dijî tecrîda mutleq li her çar parçeyên Kudistanê û derveyî welat gelê Kurd û mirovên azadîxwaz û dostên gelê Kurd, di nava çalakiyan de ne.

Têkildarî mijarê Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo ji ajansa me re axivî.

‘LI ÎMRALIYÊ TECRÎDEKE MUTLAQ HEYE’

Şîraz Hemo bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Ev 22 sal e rêber Abdulah Ocalan di bin tecrîdeke mutlaq de ye. Hêzên ku komploya 15’ê Sbatê li ser gelê Kurd pêk anî, niha jî heman hêz, tecrîda mutlaq bi îşkence ku li dijî hiqûqa mirovahiyê ye, li ser rêber Abdulah Ocalan pêk tînin. Pergala Îmraliyê bi destê hêzên hegemon tê birêvebirin, dewleta Tirk jî tenê biryarên wan hêzan erê dike û dixwazin gelê Kurd ku di şexsê rêber Ocalan de tune bikin.”

Şîraz Hemo diyar kir ku xeta berxwedana gelan, niha di şexsê rêber Abdulah Ocalan berdewam e û wiha domand: “Gelên bindest bi destê dewletên serdet, ji dîrokê heta niha zilmeke mezin li wan tê kirin. Lê dijî zilma desthilatdaran xeta gelan jî, her tim li ber xwe daye. Ji bo azadiya gelan jî felsafa rêber Abdulah Ocalan bûye çavkaniya jiyana azad, ji bo wê felsefeya rêber Abdulah Ocalan ji bo gelên bindest rêya çareseriyê û demokrasiyê ye.”

‘XETA NÛ Û HÊZA ÇARESERIYÊ’

Şîraz Hemo wiha berdewam kir: “Xeta rêber Ocalan û xeta tevgera azadiyê ji bo gelê bindest xeteke nû ye. Pareznameyên rêber Ocalan, ji bo mirovahiyê û taybet ji bo gelên bindest wekî tirêjên rojê, hêviyeke nû ya jiyaneke azad in. Ji bo wê ev roja nû û hêviya nû, hêzên hegemon û zilhêz aciz dike. Dema ku vê hêza azadiya gelan li dorhêla rêber Ocalan dibînin, tecrîdê li Îmraliyê û li ser dîlên azadiyê hîn zêdetir dikin.”

Şîraz Hemo di berdewama axaftina xwe de tekez kir ku hikumeta AKP’ê di nava krîzeke mezin de ye û wiha got: “Hikumeta AKP’ê û dewleta Tirk, di nava hilweşandineke mezin de ye. Ji bo wê dixwazin di sala nû de jî bi şer û qirkirinê xwe ji vê hilweşandina aborî xilas bike, berxwedana gelê Kurd a di şexsê rêber Ocalan û dilên azadiyê de tê kirin, dê dawî li desthilata AKP’ê ya faşîst bîne.”   

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo di dawiya axaftina xwe de da zanîn wek koçberê Efrînê û gelê Şehbayê hêza berxwedanê ji hêza berxwedana rêber Ocalan digirin û wiha got: “Em wek jinên koçberên Efrînê çavkaniya hêza berxwedana xwe, ji felsefeya azad a ku di şexsê rêber Ocalan de ji bo gelan û jinan hatiye mîsogerkirin, digirin. Wek koçberê Efrînê û jinên Efrînê me tehma azadiyê girtiye û heta ku em rêber Ocalan û Efrîna xwe azad nekin, em nasekinin û em ê di sala nû de jî di nava berxwedan, têkoşîn û çalakiyan de bin.”

ANHA