Danûstandinên Rûsya, NATO û DYA’yê "bê sûd" bûn

Ji zêdetirî 2 salan ve cara yekemîn e Rûsya û NATO’yê li hev civîn.  Ev civîn ji bo bersivdana xwestekên Moskova yên ewelehî û li gorî gotina rojavayan bi hewldana têkbirina êrişên Rûsyayê yên li dijî Ukrayna ku amadekariya wê dike, hat lidarxistin.

Danûstandinên Rûsya, NATO û DYA’yê "bê sûd" bûn
13 ÇILE, 2022   16:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP’ê, NATO’yê xwesteka Rûsyayê ya çareserkirina ewlehiya nû li Ewropa red kir û bang li Valdimîr Pûtîn ku kir ku hêzên xwe yên li nêzî Ukrayna kiriye vekişîne û tev li danûstandinên ji bo sînordarkirina xeteriya pêkanîna şerekî vekirî bibe.

Hevalbendên rojava tu soz ji Rûsya têkildarî vekişîna hêzên xwe wernegirtin, tevî ku gefên ferzkirina cezayên aborî li dijî wê hene.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Alexander Grushko got, danûstandin"zelal, yekser, kûr û dijwar " bûn û "gelek nakokiyên têkildarî dozên bingehîn" eşkere kirin.

Alexander Grushko destnîşan kir ku li gel Rûsya û NATO’yê tu "ajandeyên erênî" tune ne û hişyarî li ser berdewama hilweşînê da. Her wiha got, dibe ku bi xwe re "cezayên herî xeternak li ser ewlehiya ewropa " bîne.

SÎNORDARKIRINA ÇEKKIRINÊ

Grushko ji rojnamegeran re daxuyand ku Rûsya têkildarî belavkirina mûşekên nîvavêj li Ewropa, qeydên dualî yên li ser perwerdeyên leşkerî û rêbazên qedexekirina dijberiya hev, amade ye.

Li gorî Grushko, Rûsya gelek caran ji NATO’yê xwest ku tedbîrên îstîqrarkirina rewşê pêk bîne, lê NATO’yê ev însiyatîfên Rûsyayê paşguh kirin. Lê wezareta parastinê yê Rûsyayê daxuyand ku ev yek rewşên ji bo pêkanna bûyer û nakokiyan ava dike û bi xwe re bingehên ewlehiyê qels dike.

UKRAYNA

Alexander Grushko bang li NATO’yê kir ku şandina alîkariyên leşkerî û çekan ji Kiev re rawestîne da ku nakokiyên heyî bisekinin. Grushko teqez kir ku Rûsya endametiya Ukrayna di NATO’yê de ji bo pêşerojê qedexe dike û rêgezeke navendî dibîne û dê bi wê re rewşa ewlehiya Rûsya û endamên NATO’yê jî baş bibe.

DANÛSTANDINÊN PÊŞEROJÊ

Sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg got, Rûsya û hevalbendên NATO’yê pêwîstî bi jinûve pêkanîna diyalogê û vedîtina rojeveke demî ji bo civînên pêşerojê dîtin.

Jens Stoltenberg destnîşan kir ku NATO’yê ya bi serkêşiya DYA’yê amade ye ji nû ve nûnertiya xwe li Moskova veke ku bi tawanên sîxurtiyê 4 mehan hatibû dersînorkirin.

BANGAWAZIYA LI PÛTÎN

NATO’yê bang li her du nûnerên Rûsya kir ku vegerin Moskova û şîret li Pûtîn kir ku tev li rêzedanûstandinê ji bo avakirina baweriyê bibe, da ku perwerdeyên leşkerî yên şantajkirinê, çekkirin û qeydên dualî yên li ser belavkirina mûşekan werin sînordarkirin.

Jens Stoltenberg got her du nûnerên Rûsya ev pêşniyar red nekirin. Lê Rûsya ji bo erêkirina li ser vê yekê ne di rewşeke guncaw de bû.

DYA BANG LI RÛSYA KIR KU DANÛSTANDIN LI SER UKRAYNA BERDEWAM BIKE

Cîgira wezîra karên derve ya Amerîkayê Wendy Sherman piştî civîna NATO’yê ji rojenamegeran re got, heke Rûsya vekişî, eşkere dibe ku ew di dîplomasiyê de ne cidî ne û ev jî sedemeke ku ew bi awayekî komî ji tevahî îhtîmalan re amade ne.

BERPIRSEKÎ EWROPÎ: ME GARANTÎ JI WASHINGTONÊ WERGIRTIN KU BÊYÎ BEŞDARIYA BLOKE TU LIHEVKIRINA LI SER TIŞTEKÎ BI RÛSYAYÊ RE PÊK NAYÊ

Berpirsekî siyaseta derve ya YE’yê got, Ewropa hin palpişt ji DYA’yê wergirtin ku bêyî beşdariya bloke lihevkirin li ser tiştekî bi Rûsyayê re pêk nayê.

Josep Borrell beriya civîna wezareta parastinê ya YE’yê ya rojavayê Fransa bi DYA’yê re ya beriya çend rojan got, ew bi hev re koordînayeke baş dikin.

HEKE RÛSAYA ÊRIŞÎ UKRAYNA KIR, LI GEL AMERÎKA PÊŞNUMEYA CEZAKIRINA PÛTÎN HEYE

Demokratparêzên Senatoya Amerîkayê pêşnûmeyek pêşkêş kir, di pêşnûmeyê de qanûna ferzkirina cezayan li dijî Pûtîn heye û heke Rûsya êrişî Urkayna kir dê alîkariya darayî bidin Kievê.

Di qanûna "Parastina Serweriya Ukrayna" de heke Rûsya êrişî Ukrayna kir dê ceza li ser Pûtîn, serokwezîr Michael Mishustin, berpirsên leşkerî yên payebilind û gelek kesayetên beşa bankê ya Rûsyayê werin birîn.

Dê 500 milyon dolar ji alîkariyên leşkerî ji Ukrayna re werin pêşkêşkirin.

25 endamên Senatoyê yên Partiya Demokrat, di serî de serokê wê Chuck Schumer û Koşka Spî pêşnume erê kir.

Berdevka Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî Emily Horn da zanîn ku heke ev pêşnume kete pratîkê dê "derbeyeke xurt li aboriya Rûsyayê" pêk were.

(fr)