​​​​​​​Siyasetmedarên amerîkî ji Biden xwest di krîza li Sûriyê de aktîf bibe

Endamên Kongreyê daxwaz ji serok Joe Biden kir ku serokatiya DYA’yê di krîza Sûriyê de aktif bibe û qebûl nekir ku rejîma Esed ji nû ve bikeve nava civata navneteweyî.

​​​​​​​Siyasetmedarên amerîkî ji Biden xwest di krîza li Sûriyê de aktîf bibe
12 ÇILE, 2022   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokên komîteyên têkiliyên derve yên Senato û Meclisa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û endamên her du komîteyan, nameyek ji serokê DYA’yê Joe Biden re şand û tê de daxwaza vegerandina rola serokatiya DYA’yê di krîza Sûriyê de kir.

Endamên her du komîteyan ji Biden xwest vegerandina rejîma Esed di nava civata navneteweyî de red bike û di nameya xwe de wiha diyar kir: "Em bi fikar in ku hin hevkarên me yên Ereb têkiliyên xwe yên fermî û nefermî bi rejîma Esed re zêde kirine, wekî avakirina navendên dîplomatîk û însiyatîfên dîplomatîk ên eşkere."

Endamên Kongreyê her wiha daxwaz ji rêveberiyê kir ku divê her dewletek bizane normalîzekirina têkiliyan bi rejîma Esed re an jî vegera Esed nav Komkara Erebî nayê qebûlkirin û divê ew dewlet cezayê li ser vê yekê di ber çavan re derbas bikin.

Di berdewama nameyê de wiha hate gotin: "Rêveberiya we nûkirina erkên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo gihandina alîkariyên mirovî û berfirehkirina piştgiriya aramiyê li herêmên ku ji destê DAIŞ'ê hatine rizgarkirin, misoger kiriye. Heke normalîzekirina têkiliyan bi rejîma Esed re dewam bike, dê şerê navxweyî li Sûriyê dewam bike û çareserî pêk neyê."

(dx)