​​​​​​​Şêniyên gundewarên Girê Spî: Em dev ji xaka xwe bernadin

Welatiyên gundewarên rojavayê Girê Spî diyar kir ku ew ê li ber xwe bidin û dev ji xaka xwe bernadin. Her wiha bêdengiya Rûsya ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

​​​​​​​Şêniyên gundewarên Girê Spî: Em dev ji xaka xwe bernadin
12 ÇILE, 2022   06:44
EYN ÎSA – DICLE EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên rojavayê bajarê Girê Spî û rojhilatê Kobanê topbaran dikin.

Gundên ku têne topbarankirin; Cirin, Huriyê, Ehmediye, Serzorê, Xanê, Erîda, Sewan, Qizelî û Zenûbya ne.

Şêniyên van gundan diyar dikin ku ew li hemberî topên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin, bi xaka xwe ve girêdayî ne û berdêl çi dibe bila bibe dev jê bernadin.

Ji niştecihên gundê Cirin ê dikeve rojavayê bajarê Girê Spî, Kelsem Hec Derwîş pirsa sedema êrişan kir, "Heya kengî wê ev zilm hebe, Erdogan çi ji me dixwaze? Ji ber moşek û topên Tirkiyê em nikarin bi ewle û silametî li malên xwe bijîn. Me zirar negihandiye tu kesî."

Kelsem Hec Derwîş diyar kir ku dewleta Tirk gundan dike hedef û tirsê dixe dilê zarokan. Her wiha anî ziman ku şervanên QSD'ê parastina wan dike û ew jî li eniyên şer piştgiriyê didin şervanan.

 Kelsem Hec Derwîş got, berdêl çi dibe bila bibe ew dev ji gundê xwe bernadin. Her wiha diyar kir ku hêzên Rûsya berpirsên êrişên ku ser wan têne kirine.

Selahedîn Hesûn ê ji gundê Ehmediyê jî got: "Gundê me bi dijwarî hate topbarankirin, em neçar man ku ji malên xwe derkevin û biçin malên derdora xwe, da ku xwe ji topan biparêzin. Ji derdora me dengê teqînên pir xurt dihat."

Hesûn anî ziman ku ew ê li gundên xwe bimînin û jê dernakevin.

Ji heman gundî, Eyûb Mihemed Xelîl ev tişt anî ziman: "Em li ber mal rûniştî bûn, ji nişkê ve top bi ser me hatin avêtin û  dûman ji gundên derdorê bi ser me gundê me de rabû."

Mihemed Xelîl bêdengiya Rûsya ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: "Hebûna hêzên Rûsya ji bo berjewendiyên wê ne, ne ji bo rawestandina şerê li herêmê ye."

Di encamê êrişên li ser gundewarên rojavayê Girê Spî de ziyanên mezin gihaştin malên gundiyan. Her wiha di êrişa li ser gundên Kobanê de welatiyek şehîd bû û 12 jî birîndar bûn, di nav de lingê zarokê 4 salî Ebdo Henîfî jê bû.

ANHA