Dîmenên çalakiya gerîla ya li Xakurkê

Gerîla TV dîmenên çalakiyeke gerîlayên HPG û YJA Starê ya 15’ê Adara 2021’an a li Xakurkê weşandin.

Dîmenên çalakiya gerîla ya li Xakurkê
12 ÇILE, 2022   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabûn:

"Hêzên me 15'ê Adarê saet di 12:20'an de li herêma Xakurkê li Girê Şehîd Axîn li dijî dagirkeran çalakiyeke serkeftî kir. Rokêtên hêzên me li kozikên dijmin ketin, kozik hatin rûxandin û dagirkerek hate cezakirin û yên din birîndar bûn. Piştî çalakiyê dagirkeran li derdorê reşand û heman rojê saet di 22:30'an de kuştî û birîndarên xwe bi helîkopteran ji qadê rakirin."