Rayedarên Rûsya û NATO’yê dê îro civînekê li dar bixin

Rayedarên Rûsya û NATO’yê dê îro ji bo nîqaşkirina pêşniyarên Rûsyayê yên têkildarî garantiyên ewlehiyê civînekê li Brukselê li dar bixin.

Rayedarên Rûsya û NATO’yê dê îro civînekê li dar bixin
12 ÇILE, 2022   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Russia Today ragihand ku şandeya Rûsyayê dê bi nûnerên NATO’yê re li ser pêşniyarên serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn yên têkildarî devjêberdana fikrê berfirehkirina NATO`yê ber bi rojhilat ve, tevlêkirina Ukraynayê ji NATO`yê re û avakirina baregehên leşkerî di komarên Sovyetê yên berê de nîqaş bikin.