Şêx Mazin Mihemed: Me di Kongreya Ol û Baweriyan de platformek ava kir

​​​​​​​Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê Şêx Mazin Mihemed, spasiya beşdaran kir û destnîşan kir ku kongreyê ji bo endamên xwe yên ji hemû ol, bawerî û mezheban, platformek ava kiriye.             

Şêx Mazin Mihemed: Me di Kongreya Ol û Baweriyan de platformek ava kir
12 ÇILE, 2022   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Bi serpereştiya Foruma Olan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiyên Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî bi dirûşma "Em ê bi hev re aştiyê belav bikin" di 10-11'ê Çileyê de li Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê li dar ket.

Di dawiya kongreyê de daxuyaniyek hat belavkirin û her cure tundrawiya li dijî mirovahiyê, tundrewiya bîrdozî, olî, mezhebî û nîjadî hate şermezarkirin.

Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî Şêx Mazin Mihemed, encamên kongreyê ji ajansa me re nirxandin û got: "Konferans bi beşdariya piraniya ol, mezheb û baweriyên li Mezopotamyayê hat lidarxistin. Hemû kesên ku beşdar bûn pispor û lêkolînerên mijarên ol, mezheb û baweriyan bûn."

Şêx Mazin Mihemed spasiya hemû beşdarên kongreyê kir. Her wiha da zanîn ku her kes li ser prensîba mirovahî û belavkirina hezkirin û aştiyê li hev kiriye.

Şêx Mazin Mihemed destnîşan kir ku di kongreyê de ji bo endamên ji hemû ol, bawerî û mezhebên ku li Mezopotamya û cîhanê bi giştî platformek hat avakirin. Xebatên platformê li ser şopandina encamnameya kongreyê ne.

Biryar bû kesayet û lêkolînerên ji herêmên cuda yên cîhanê beşdarî kongreyê bibin, lê ji ber girtina deriyê sînor yê Sêmalkayê rê li wê yekê hate girtin. Ji ber vê yekê wan ji kongreyê re peyamên nivîskî û dîtbar şandin.

Her wiha peyama Komîteya Gel û Baweriyan a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Rêveberiya Ewqafê ya El-Ezher El-Şerîf, Baba Şêxê Êzidiyan, peyamên oldarên zerdeştî, yahûdî, xiristiyan û misilman, sabî, kakeyî û behayî, durzî, elewî û fetwayên Dara Iraqî, Suryanên ortodoks, katolîk, Ermen û Hindû, her wiha nameyên gelek lêkolîner û akademîsyenan hatin xwendin.

Di kongreym de bi rêvebirina civînan û beşdarbûna bi rêya înternetê, jin xwedî roleke balkêş bûn.

Beşdaran destnîşan kir ku divê konferans referansekê ji bo peywendiyên ku ji bo avakirina komîteyên li gorî pêwîstiya wan hatiye spartin, ava bike.   

Her wiha di encamnameyê de tekezî li ser banga yekkirina hewlên li dijî tundrawiyê hat kirin.

ANHA

(dx)