Plana qirêj a PDK'ê ya li ser deriyê Sêmalka derket holê!

PDK bi rêya endamên ENKS'ê yên ku kaçaxçitiya mirovan dikin re amadekariyê dike ku xelkê herêma Koçeratan a girêdayî bajarê Dêrîk`ê derbasî Başûrê Kurdistanê bike.

Plana qirêj a PDK'ê ya li ser deriyê Sêmalka derket holê!
12 ÇILE, 2022   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

PDK a ku li ser talimata dewleta Tirk a dagirker deriyê sînor a Sêmalka yê di navbêra Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye girt, plana wê ya esasî jî derdikeve holê. Tê gotin ku piştî PDK'ê deriyê Sêmalka girt, niha jî bi endamên ENKS'ê yên kaçaxçitiya mirov û hişberiyan dikin re amadekariyê dike ku xelkê derbasî Başûrê Kurdistanê bikin.

HEVKARIYA ENKS Û PDK'Ê YA KAÇAXÇITIYA MIROVAN

Li gor agahiyên ku endamekî Partiya Yekitî ya di bin sîwana ENKS'ê de ye ji me re ragihand, beriya deriyê sînor a Sêmalka were girtin Rêveberên ENKS'ê û ya PDK'ê bi endamên ENKS'ê yên kaçaxçiya mirovan û hişberiyê dikirin re civînek taybet çêkirine. Di civînê de ji kaçaxçiyan re gotine ku piştî derî were girtin divê hûn hin kesên ji herêma Koçeratan û Dêrikê amade bikin da ku hûn derbasî Başûrê Kurdistanê bikin. Armanc ji vê jî ew e ku wek e dij-propagandayê li ser Rêveberiya Xweser bikin.

DI ÇERÇOVEYA PLANÊ DE LI HEWLÊRÊ KAMPEKÊ KOÇBERAN A NÛ TÊ VEKIRIN

Çavkaniya ji nav Partiya Yekitî, destnîşan kir ku ji bo kesên ku bi riya kaçaxçiyên mirovan derbasî Başûrê Kurdistanê bikin li Hewlêrê qampekê koçberan a nû dê were avakirin. Hat diyarkirin ku PDK û dewleta Tirk a dagirker vê rewşî hem di hela siyasî hem di hêla dîplomasî û hem jî di hêla civakî de li dijî Rêveberiya Xweser bi kar bînin.

Tê gotin ku li gor vê planê îhtîmal heye dewleta Tirk a dagirker, êrîşên xwe yên bombebaranê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bike da ku rê li ber koçberiyê veke. Çawa tê zanîn ku di pêvajoya şerê Serêkaniyê de hêzên girêdayên PDK'ê xeta sînor ê navbêra Rojava û Başûrê Kurdistanê vekiribûn û malbatan direvandin başûr. 

ANHA