ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-01-2022
12 ÇILE, 2022   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 100'î de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi banga derxitina PKK'ê ji "lîsteya terorê", daxuyaniyekê li Stada Şehîdên 12'ê Adarê ya bajarê Qamişlo dide, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Hesekê şandeyek ji Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi nûnerê DYA'yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dicive, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemdan El-Ebid teqez kir ku ji bo pêkanîna xwetêrkirin û sivikkirina ambargoya li ser herêmê li gel Rêveberiya Xweser gelek plan û proje hene. El-Ebid da zanîn ku hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştevaniya ji Rêveberiya Xweser re hemû cureyên şerên bi hewldana derbekirina projeya Rêveberiya Xweser têk birin û dê têk bibe jî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberê bi navê Mihemed Hesen ê ji Rojavayê Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê hatibû qetilkirin. Malbatê cenazeyê wî piştî gelek hewldanan wergirt. Apê Mihemed Hesen got “Bi cenazeyê wî lîstibûn, sînga wî hatibû vekirin û çavên wî jî hatibûn derxistin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Biraziyê Îbrahîm Şerîf ê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirer a li ser gundê Xanê de şehîd bûye, diyar kir ku armanca dewleta Tirk ew ku herêmê ji niştecihên wê vala bike û paşê dagirker bike û tev li Tirkiyê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Welatiyên gundewarên rojavayê Girê Spî diyar kirin ku ew ê li ber xwe bidin û dev ji xaka xwe bernadin. Her wiha bêdengiya Rûsya ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevjîn û dayikên şehîdan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi berxwedana Kobanê re nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nûrî Mehmûd îdiayên dewleta Tirk li dijî YPG derewand û got qebûlkirina nêrînên wiha yan bêwijdaniyek mezin an jî bêaqiliyek mezin e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Foza Yûsif diyar kir ku armanca sereke ji îdiayên Tirkiyê yên ku QSD'ê êrişên wan dike ew e ku sûcên ku li dijî herêmê pêk tîne, binixumîne  û zemînekê ji bo pêkanîna êrişên nû biafirîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê terora navneteweyî pêk tîne û hişyar da civata navneteweyî û NATO'yê ku bi berdewama êrişên dewleta Tirk re dê DAIŞ'ê vegere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Di 29’ê Îlona 2021’an de li Xelîfanê hêzên PDK’ê komeke gerîla xist kemînê û 5 gerîla şehîd kirin. Dayikên wan tevî şert û mercên zivistanê jî li Sêmalkayê bi mehan e çalakiya xwe didomînin. Dilê dayikan e; niha dibêjin ka cenazeyên wan hatin veşartin, kifin lê pêçan, çavên wan vekirî man?... û bi rojan bê xew dimînin. Bi ser de jî hesreta zarokên wan û bîranînên wan. Gelo kî lê fikirî bê ka dayik li wê derê çi hîs dikin?

JIN

- Bi boneya salvegera damezirandina Kongra Star, li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Girkê Legê û Hola Resafa ya li Çilaxa şahî tên lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Çand û Hunerê ya Dêrazorê bi armanca danasîna mîraseya gel ali herêma rojhilat çalakiyekê li bajarokê Hecînê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Meclisa Lihevanînê ya Girkê Legê, li gundê Heyaka du malbatan li hev tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA