Îbrahîm El-Qeftan: Berdewama êrişên Tirkiyê wê çalakiyên DAIŞ'ê zindî bike

Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê terora navneteweyî pêk tîne û hişyar da civata navneteweyî û NATO'yê ku bi berdewama êrişên dewleta Tirk re dê DAIŞ'ê vegere.

Îbrahîm El-Qeftan: Berdewama êrişên Tirkiyê wê çalakiyên DAIŞ'ê zindî bike
12 ÇILE, 2022   01:50
REQA – XALID EL-CUMA

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di rojên dawî de bi dijwarî êrişî bire ser sivîlan, di encamên êrişên bêserûber gelek jin û zarok bûn qurbanî û bi dehan birîndar bûn.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan  diyar kir ku divê civata navneteweyî û NATO'yê êrişên domdar ên li ser herêmê rawestînin û got: "Bi zêdebûna êrişan, wê çeteyên DAIŞ'ê bi rûyekî din derkeve."

El-Qeftan da zanîn ku çalakiyên tolhildanê yên ji şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in û got, heger Tirkiyê di vê rewşê de bimîne wê îstiqrar li Sûriyê û Tirkiyê çênebe.

El-Qeftan îşaretpê kir ku rejîma Tirk hewl dide krîzên xwe derbasî dewletên derdorê wekî Sûriyê, Lîbya, Iraq û dewletên din bike û wiha domand: "Ev dide diyarkirin ku li cem Tirkiyê aloziyên navxweyî hene, ji ber ku dewleteke desthilatdar e û aloziyên xwe yên hundirîn bi rêya çeteyên li gel xwe an jî bi rêya êrişan li ser herêmê derdixîne derve.  Ev kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker dike wê tu xêrê ne ji bo herêmê û ne jî ji bo Tirkiyê bi xwe neyîne. Heger Tirkiyê bixwaze îstiqrar li herêmê pêk were, divê bi hêzên demokratîk ên li herêmê re têkilî deyne û dev ji komên terorîst berde."

Îbrahîm El-Qeftan da zanîn ku her êrişeke dewleta Tirk a dagirker dê çalakiyên DAIŞ'ê bi rûyekî din vegerîne û diyar kir heger êriş berdewam bikin dê kareseteke mirovî çêbibe.

El-Qeftan wiha domand: "Divê tevahî dewlet, di serî de yên NATO'yê êrişên dagirkirinê yên Tirkiyê û sûcên wê yên domdar ên li dijî herêmê rawestînin. Rejîma Tirk bi hincetên ne rast van sûcan pêk tîne, hewl dide ku bêje komên terorîst li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene. Lê terorîstên ku behsa wan dike pêkhateyên herêmê ne ku banga azadiya xwe dikin, mafên wan heye çi Kurd be, an Suryan be, an Asur be yan pêkhateyên din be li ser xaka xwe bijînin."

Îbrahîm El-Qeftan di nava axaftina xwe de îşaret bi rewşa jiyana hevbeş a li herêmê kir û got: "Ev herêm rengîn e, ne ya pêkhateyekê tenê ye. Lê dewleta Tirk û dewletên din dixwazin ku yek rengî bidin vê herêmê, car caran bi zimanê neteweya erebî û car caran bi navê ol hewldanên vê yekê dike. Armanca wê ew e plan û armancên xwe yên mêtîngeriyê pêk bîne."

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan  di dawiya axaftina xwe de got: "Her time em bang li civata navneteweyî dikin ku rola xwe bi cih bîne, binpêkirin û dagirkeriya Tirk rawestînin. Yên ku dixwazin îstiqrar li herêmê pêk were divê terora navneteweyî ya ku Tirkiyê û şaneyên wê li herêmê pêk tînin rawestînin."

ANHA