Artêşa Tirk tîma sererastkirina tora kehrebê li Til Temrê hedef girt

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tîma sererastkirina toreya kehrebeyê ku hêzên rûsî jî pê re ne li navçeya Til Temrê hedef girtin.

Artêşa Tirk tîma sererastkirina tora kehrebê li Til Temrê hedef girt
6 ÇILE, 2022   09:28
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku tîma sererastkirina toreya kehrebê ya girêdayî meclisa navçeya Til Temir vê sibehê tevî hêzên rûsî berê xwe dan gundê Um El-Kêf da ku xeta 66 ku ji di encama êrişên dewleta Tirk de ji xizmetê derketiye, sererast bike.

Nûçegihan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tîma sererastkirina toreya kehrebê di dema gihaştina wir de kir hedef û ew neçar kirin ku tevî hêzên rûsî vegerin nava gundê Um El-Kêf.

ANHA