Tehranê daxwazên li derveyî lihevkirina nukleerî red kirin

Hemwextî lidarketina danûstandinên nukleerî li Viennayê, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Saîd Xatîbzade got: Daxwazên li derveyî lihevkirina nukleerî nayên qebûlkirin.

Tehranê daxwazên li derveyî lihevkirina nukleerî red kirin
3 ÇILE, 2022   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El-Erebiye El-Hedes ku agahiyên xwe dispêre dezgehên çapemeniyên yên herêmî, diyar kir ku Xatîbzade wiha gotiye: “Daxwazên li derveyî çarçoveya lihevkirina nukleerî nayên qebûlkirin. Armanca me em bighêjin lihevkirineke baş.”

Xatîbzade wiha domand: “Divê aliyê din (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) bernameyan pêşkêş bike ku li gorî wê ceza li ser welat bi dawî bibin û bi rêya wê pabendîbûna xwe ya bi lihevkirinê piştrast bike.”

Xatîbzade îşaret pê kir ku danûstandinên ji bo vejandina lihevkirina nukleerî dualî û piralî ne û da zanîn ku civîn di navbera Îran û Çînê an jî Rûsyayê de berdewam in.

(şx)