Li dijî baregeha Vîktorya ya leşkerî êrişek pêk hat

Pergala parastinê ya hewayî Ceram êrişa li ser baregeha Vîktorya ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê şikand.

Li dijî baregeha Vîktorya ya leşkerî êrişek pêk hat
3 ÇILE, 2022   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Someriya News ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî ewlehiyê got: “Pergala parastinê ya hewayî Ceram dronên ku hewl dan êrişî baregeha Vîktorya ya li balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê bikin, xist xwarê û 2 ji derdora baregehê dûr xistin.”

Di baregeha Vîktorya de hêzên leşkerî yên navneteweyî û hêzên iraqî hene.

(şx)