​​​​​​​Rojnameyên erebî: Di êrişa DAIŞ`ê de gelek endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Rojnameyên erebî îro têkildarî zêdebûna tevgerên DAIŞ`ê li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, zêdebûna êrişên balafirên Rûsyayê li dijî Idlibê, istîfakirina hikumeta Sûdanê û aloziya Lubnanê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Di êrişa DAIŞ`ê de gelek endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Di êrişa DAIŞ`ê de gelek endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Di êrişa DAIŞ`ê de gelek endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
3 ÇILE, 2022   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI ÊRIŞEKE DAIŞ`Ê DE GELEK ENDAMÊN HÊZÊN HIKUMETA ŞAMÊ HATIN KUŞTIN`

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Piştî avakirina navendeke koordîneyê di navbera hêzên Rûsyayê, komên alîgir û milîsên Îranê de û li gel berdewamkirina êrişên balafirên Rûsyayê li dijî Idlibê, çeteyên DAIŞ`ê roja şemiyê bi şev êrişî zeviyeke petrolê ya li gundewarên Reqayê kir."

Her wiha rojnameyê diyar kir ku komên çete yên girêdayî DAIŞ`ê li nêzî cihekî petrolê yê li başûrê bajarê Tebqayê êrişî baregeheke hêzên hikumeta Şamê û milîsên Îranê kir, di encamê de pevçûn derket û 7 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û birîndar bûn.

Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê jî duh êrişên li ser gundewarên Idlibê berdewam kirin û cihên li nêzî kampên penaberan kirin hedef.

‘HEMDOK JI SEROKATIYA SÛDANÊ ÎSTÎFA KIR’

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Serokê hikumeta Sûdanê Abdullah Hemdok bi rêya televîzyona fermî ya Sûdanê ragihand ku wî ji erka xwe îstîfa kiriye.

Hemdok got wî di Tebaxa 2019`an de li ser bingeheke destûrî û li gorî lihevkirineke siyasî di navbera pêkhateyên siyasî û sivîl de, erka serokwezîriyê qebûl kiriye.”

`METIRSIYÊN JI BER LIDARNEXISTINA HILBIJARTINÊN LUBNANÊ`

Rojnameya El-Ereb jî wiha nivisî: “Lubnan li benda xebatên siyasî yên mezin û hesas e. Lê guman hene ku hilbijartin di wexta xwe de li dar bikevin bi taybet li gel nakokiyên di navbera hêzên siyasî de.

Tê payîn ku hilbijartin di Adarê de li dar bikevin. Civata navneteweyî û lubnanî li bendê ne ku guhertin di saziyên hikumetê de çêbibin, lê guman hene ku hilbijartin were derengxistin.

Çavkaniyên siyasî yên Lubnanê diyar kir ku heke bûyereke ewlehiyê ya mezin û ne payîn çênebû, wê hilbijartin di wextê xwe de li dar kevin.

Her wiha heman çavkaniyan îşaret pê kirin ku aloziyên 2021`an yên siyasî û jiyanî dê berdewam bikin û dibe ku aloziyên din lê zêde bibin heke rêya çareseriyê nehat dîtin. “

(şx)