​​​​​​​‘PDK`ê bi girtina deriyên sînor bersiv da daxwazên malbatên şehîdan’

Çalakvanên li Sêmalkayê piştrast kir ku çalakiya wan heta wergirtina cenazeyên şehîdan dê dewam bike û diyar kir ku girtina deriyên sînor, li ber berxwedana wan nabe asteng.

​​​​​​​‘PDK`ê bi girtina deriyên sînor bersiv da daxwazên malbatên şehîdan’
3 ÇILE, 2022   08:31
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê li gel bangewaziyên hêzên nîştimanî, siyasî û pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî meha xwe ya çaremîn bû.

Hevserokê Yekitiya Kadkeran a navçeya Dirbêsiyê Ehmed Mehmûd tev li çalakiyê bû û destnîşan kir ku hemû yekitî û sendîka piştgiriyê didin çalakiya konvedanê.

Ehmed Mehmûd wiha got: “Li şûna ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva daxwaza malbatên şehîdan û çalakgeran bide, deriyê sînor ê Sêmalkayê girt. Çalakiya me heta wergirtina cenazeyan dê berdewam be.”

Bavê şehîd Elî Ebo (Dilbirîn Baz) ku li Reqayê sala 2017`an şehîd bûye, Hesen Ebo got çalakiya wan derbasî meha çaremîn bû û heta wergirtina cenazeyên şehîdan ev çalakî dê berdewam bike.

Hesen Ebdo bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir û got: “Şêniyên Rojava li Başûr gelek şehîd dan û amade ne ji bo wan fedakariyên din bikin.”

Têkildarî girtina deriyên sînor Hesen Ebo got: “PDK di wê baweriyê de ku bi girtina deriyên sînor, dikare gel birçî bike. Lê xelkê Rojava ji maf û daxwazên xwe gav paşde naavêje. Dorpêç bandorê li me nake û em ê têkoşîn û çalakiya xwe heta wergirtina cenazeyên şehîdan bidomînin.”

(şx)

ANHA