Saleke din a xwîndar li ser Efrînê re derbas bû

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca vejandina mîrasa nijadperestî û faşîst a osmanî, dîroka Efrîna dagirkirî diguherîne. Asta van sûcan di sala 2021'an de zêdetir bû. Koçberên Efrînê diyar dikin ku ew ê heta rizgarkirina warê xwe berxwedanê bidomînin.

Saleke din a xwîndar li ser Efrînê re derbas bû
3 ÇILE, 2022   00:37
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM-XANDÎ ELO

Li kantona Efrînê ku di 18`ê Adara 2018`an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, li gel

bêdengiya civata navneteweyî, sûcên hovane li dijî şêniyên resen, xweza û şûnwarên wê têne kirin.

Di sala 2021'an de sûcên qetilkirin, revandin, wêrankirin û tanakirin zêdetir bûn.

`DAIŞ LI EFRÎNÊ YE`

Dema DAIŞ'ê derket, dewleta Tirk destekên lojistîk û leşkerî da wan û serçeteyên wan li cem xwe parast, her wiha rê da wan ku derbasî Sûriyê, Iraq û gelek dewletan bibin.

Li gor rapora Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, pereyên DAIŞ`ê yên li Tirkiyê 100 milyon dolar derbas dike. Desteya Çavdêriya Fînansekirinê ya Cîhanê ragihand ku wê dewleta Tirk xistiye lîsteyên xwe yên gewr ên şûştina pereyan û piştgiriya DAIŞ û El-Qaîde.

Têkildarî mijarê hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê Cibraîl Mistefa ji ajansa me re got, dewleta Tirk DAIŞ ji bo berjewendiyên xwe li hundir û derve bi kar tîne.

Cibraîl Mistefa wiha domand: “Hîna bajarên Tirkiyê û herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li bakurê Sûriyê dagir kirine, hemêzkerên bingehîn ên çeteyên DAIŞ`ê ne. Mînaka herî berçav jî, hedefgirtina El-Bexdadî li Idlibê ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve ye."

Wêneyên ku sala 2019`an hatine weşandin, hebûna DAIŞ`ê li navçeya Şiyê ya kantona Efrînê û hebûna çeteyên Heyet Tehrîr El-Şamê piştrast kirin ku navên wan di lîsteya rêxistinên terorîst de ne.

Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê, sala 2019`an çeteyên Nûredîn El-Zenkî çeteyên xwe ji gundê Ramadiyê yê navçeya Cindirêsê derxistina û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şamê di bin navê xwe de lê bi cih kirine.

Mistefa da zanîn ku li ber destê wan agahiyên têkildarî navên serçeteyên DAIŞ`ê hene ku ber bi herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine ve, reviyane. Cibraîl wiha domand: “Dema hêzên Artêşa Şoreşgeran û Cebhet El-Ekrad herêmên Şehbayê rizgar kirin ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de bû, DAIŞ ber bi Tirkiyê û herêma Ezazê ve reviyan. Navên kesên revîne me bi dest xistin. Di nav de Ebdulcebar El-Ehmed ku emîrê DAIŞ`ê bû û niha li Ezazê ye. Ebû El-Muxîra jî ku ji gundê Herbel ê Şehbayê ye û niha li Tirkiyê ye. Ebû Kermû ji gundê Herbel û niha li Tirkiyê ye.”

Cibraîl Mistefa diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê riyên xwe kur kirin, cilên xwe guhertin û di bin navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de xwe bi rêxistin kirin û got: " Îdiayên Tirkiyê û ragihandina wê ku wan endamên DAIŞ li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî girtine, derew in, ji ber ku di rastiyê de ew parastina DAIŞ'ê dikin û wan ji girtîgehên opozisyona Sûriyê derxistin."

Mistefa destnîşan kir ku beriya 3 mehan, Heyet Tehrîr El-Şam endamên xwe anîn Efrîn û Ezazê yên ku bûne navendên terorîstan û îşkenceyê li şêniyan dikin mîna ku DAIŞ`ê kiriye.

`LI EFRÎN JIN JI JIYANÊ BÊ PAR E`

Jinan piştî ku di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê de cihê xwe di hemû warên jiyanê de digirtin, bi dagirkirina kantona Efrînê re, rewşa wan bi giştî hat guhertin, li dijî jinan hemû siyasetên çokşikandin, qetilkirin, revandin û destdirêjî tên meşandin. Di sala 2021'an de, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, 13 jin hatin kuştin, 75 jin hatin revandin di nav de 5 zarok û pitikeke hebû.

/kr/uploads/files/2022/01/02/194146_-1600x1200.webp

Derbarê vê mijarê de endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Efrînê Ferîde Îbo got: “Jinên kurd li Efrîna dagirkirî rojane ji aliyê çeteyan ve tên revandin. Jin li Efrînê rojane dimirin. Yan ji aliyê bedenî yan jî derûnî yan jî exlaqî ve tên kuştin. Yan di mal de yan jî di girtîgehan de girtî ne. ”

Sûcên li dijî jinên kurd li kantona Efrînê ya dagirkirî tên kirin, ne tesedûfî ne. Çete ji van kiryaran armanc dikin ku vîna jina azad têk bibin û wê ji jiyana civakî dûr bixin.

Ferîde Îbo bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî kar û barên jinan û mafên wê kir ku mudaxele bikin  û sûcên li dijî jinan li Efrînê têne kirin, lêkolîn bikin.

`DÎROK TÊ BEROVAJÎKIRIN`

Gerînendetiya Şûnwaran a Kantona Efrînê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên yên sala 2021`an  ên li dijî dîroka Efrînê û şûnwarên wê belge kirin. Li gorî wêneyên satelaytî û şahidên ji niştecihên resen, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora 10 cihên dîrokî xira kirine û nahêlin şênî nêzî wan bibin.

Cihên dîorkî yên ku dewleta Tirk xera kirine; Girê Cûqê, Girê Qawoqê, Girê Misto yên li navçeya Şera, Girê Misto Hesen ê jêrîn li navçeya Şera, Girê Qeretebe li Efrînê, Girê Elemdar li navçeya Raco, Girê Aliciya li navçeya Şera, goristana Pîr Menan, Bircikê li navçeya Cindirêsê, Keleha Kilûtê li navçeya Şêrawa; dewleta Tirk di 6-6-2021`an keleh topbaran kir.

/kr/uploads/files/2022/01/02/194122_-1600x1200.webp

Girêdayî mijarê hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a kantona Efrînê Selah Sîno ji ajansa me re axivî û êrişên li dijî dîroka Efrînê têne kirin wiha wesifandin: “Dewleta Tirk bi alavên giran û tireksan şûnwarên li Efrînê dikole û berhemê wê didize. Em dikarin van êrişan bi qirkirineke dîrokî li dijî Efrînê bi nav bikin. Me gelek zehmetî kişand heta me ew sûc û binpêkirinên li dijî şûnwaran belge bikin. Ji ber ku dewleta Tirk nahêle tu kes nêzî cihên dîrokî bibe da ku siyasetên xwe veşêre û neyên teşhîrkirin."

Selah Sîno wiha domand: “Me bi rêbazên zanistî û wêneyên fezayî ew sûc belge kirin. Ji wan wêneyan, nijadperestiya Tirkiyê diyar dibe. Ev yek hemû qanûn û lihevkirinên navneteweyî mîna Lahay a sala 1954`an, UNESCO ya sala 1970-1972`iyan û sê biryarên Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê kirin ku di destpêka aloziya Sûriyê de derxistin da ku mîrasa li Sûriyê were parastin.”

ASTA SÛCAN DI SALA 2021`AN DE ZÊDE BÛN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê di 2021`an de 49 sivîl hatin qetilkirin, di nav de 13 jin û 13 zarok hene. 655 sivîl hatin revandin di nav de 75 jin di nav de 5 zarok û pitikek heye.

Her wiha 16 hezar û 500 dar hatin qutkirin, zêdetirî 5 hezar dar hatine şewitandin, zêdetirî 11 hezar dar hatine desteserkirin û bi dehan hiktar hatine şewitandin.

Li rex wê jî, mal û milkên şêniyên resen hatin desteserkirin, baç lê hatin ferzkirin, bi sponseriya Qeter û Kiwêtê 22 avahiyên mêtîngeriyê, mizgeft hatin avakirin.

/kr/uploads/files/2022/01/02/194205_-1600x1200.webp

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji ajansa me re axivî û got: “Rewşa kantona Efrînê ya dagirkirî roj bi roj aloztir dibe. Sûcên ku 2021`an pêk hatine yên herî zêde ne. Jê ya herî balkêş, avakirina avahiyên mêtîngeriyê ye. Dewleta Tirk ji vê yekê armanc dike, siyaseta guhertina demografiyê, tirkkirina herêmê û rewakirina dagirkirina xwe bi alîkariya 50 komên çeteyan temam bike.”

Kengî welatiyê efrînî li beramber her darekê 4 dolar wek baç da, wê demê dikare hilberîna zeytûnê berhev bike. Li aliyekî din çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn daran qut dikin û êzingan difroşin. Ji bo reşkirina islamê û bikaranîna wê ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bîne, mizgeftan li hemû gundên Efrînê ava dike.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku wan raporên ku amade dikin ji aliyên navneteweyî re rê dikin lê heta niha tu bersiv ji wan negirtiye û wiha da zanîn: “Em raporên xwe dişînin aliyên têkildar mîna Meclisa Mafên Mirovan, Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan, Rêxistina Efûyê, Komeriya Bilind a Mafên Mirovan, lê ev rêxistin rola xwe naynin cih. Tenê raporên nîv salê amade dikin û tê de behsa têkiliyên çeteyên dewleta Tirk bi sûcên li Efrînê têne kirin dikin beyî ku îşaret bi Tirkiyê bikin.”

NIJADPERESTIYA DEWLETA TIRK LI BER ÇAVAN E

Tişta li Efrînê rû dide encama zihniyeta neteweperest a dewleta Tirk e ku aliyên din red dike. Qirkirina ku li dijî Ermen, Asûr û Keldanan pêk anîne, mînaka wê ya herî berçav e.

Girêdayî wê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo destnîşan kir ku dewleta Tirk çeteyan bi kar tîne da ku berjewendiyên xwe yên nijadperest û şofanîst pêk bîne.

Bekir Elo sûcên dewleta Tirk ên niha bi sûcên dewleta Osmanî şibihandin û got: “Tirkiye mîna dewleta Osamanî ye, tenê wêranî û şer bi xwe re tîne. Hedefgirtina şûnwaran û şaristaniya mirovahî li Efrînê berdewama rola DAIŞ`ê ye.”

`ŞERMEZARKIRINA BERPIRSÊN HIKUMETA ŞAMÊ TÊRÊ NAKE`

Elo îşaret bi helwesta hikumeta Şamê kir û got: “Rexnekirin û şermezarkirin ji aliyê berpirsên hikumeta Şamê ve têrê nake. Lê belê divê bang li Meclisa Ewlehiyê û aliyên din ên têkildar bikin ku dewleta Tirk ji Sûriyê derxin, ji ber ku dewleteke dagirker e.”

Bekir Elo balkişand ser berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û got: “Ev berxwedanî, li ser Ewropa û cîhanê bi giştî deyn e. Ji ber ku YPG û YPJ`ê li şûna wan, teror tune kir.”

`BERXWEDANA LI ŞEHBAYÊ JI BO RIZGARKIRINA EFRÎNÊ MISOGERÎ YE`

Elo got pêwîst e dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên li kantona Efrînê pêk anîne li dadgehên navneteweyî  were dadgehekirin û wiha domand: "Şermezarkirin ji aliyê Amerîka û Rûsya û heta aliyên têkildar ve têrê nake, divê dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî were darizandin."

Di dawiyê de Bekir Elo got: “Mayîna me li Şehbayê gavek ji bo rizgarkirina Efrînê ye. Em amade ne ji bo vegerê, her tiştî bikin. Di dawiyê de teqez em ê bi ser kevin, Efrîn dê rizgar bibe.”

(şx)

ANHA