HPG`ê nasnameya 4 şehîdên li Erzîromê şehîd bûbûn eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 4 gerîlayên sala 2016'an şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û soza pêkanîna armancên şehîdan da.

HPG`ê nasnameya 4 şehîdên li Erzîromê şehîd bûbûn eşkere kir
2 ÇILE, 2022   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser 4 gerîlayên ku li Erzîromê şehîd bûn ev daxuyanî da:

"Sala 2016'an di şerê dewleta Tirk a dagirker de ku ji bo qirkirinê li Bakurê Kurdistanê li dijî gel û tevgera me dimeşand, hevrêyên me Dogan, Serhat, Agir û Andok bi rengekî fedayî li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku li Kurdistana Azad teqez xwedî li bîranîn û armancên wan derkevin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Dogan Malazgîrt

Nav paşnav: Yakûp Soylemez

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav:

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Mijdara 2016 / Erzîrom

Nasnav: Serhat

Nav paşnav: Hakan Mahçûp

Cihê jidayikbûnê: Erzîrom

Dayik-Bav:

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Mijdara 2016 / Erzîrom

Nasnav: Agir Pasûr

Nav paşnav: Bîlal Memîş

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Îlhan-Vehbî

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2016 / Erzîrom

Nasnav: Andok Mûş

Nav paşnav: Arof Tuzun

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Elmas-Abdûrrahman

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2016 / Erzîrom