Panorama hefteyê: Xeta kehrebeyê ya bi Lubnanê re ceribandina karînên Sûriyê ye

Xeta kehrebeyê bi Lubnanê re ezmûna derfetên Sûriyê piştî şer e, di heman demê de hêzên ewlehiyê yên Tunisê cîgirê serokê tevgera Nehda Nûredîn Bihêrî girt.

Panorama hefteyê: Xeta kehrebeyê ya bi Lubnanê re ceribandina karînên Sûriyê ye
2 ÇILE, 2022   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa rewşa Sûriyê, Tunis û Iraqê kir.

‘XETA KEHREBEYÊ YA BI LUBNANÊ RE; CERIBANDINA KARÊN SÛRIYÊ YÊN PIŞTÎ ŞER E’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Misir gazê dide Lubnan û Urdunê û ev jî bi rêya xetan di Sûriyê re derbas dibe. Gerînendeyê saziya veguhastin û belavkirina kehrebeyê li Sûriyê Fewaz El-Dahir dema bidawîkirina xebatên sererastkirina toreya girêdana kehrebeyê bi Urdun û Lubnanê re eşkere kir ku nêzî 87 km ye."

El-Dahir got xebatên sererastkirina xetê bi dawî bûne û destnîşan kir ku werşeyên şîrketa kehrebeyê ya serastkirina vê xetê xebatên xwe bi dawî kirin û bi vê yekê beşeke xeta kehrebeyê amade ye da ku derbasî xizmetê bibe.”

`TUNIS: HÊZÊN EWLEHIYÊ CÎGIRÊ SEROKÊ EL-NEHDAYÊ GIRT`

Têkildarî kar û barên Tunisê rojnameya El-Itîhad El-Îmarat wiha nivisî: “Hêzên ewlehiyê yên Tunisê duh cîgirê serokê tevgera Nehda ya Îxwanî û wezîrê edaletê yê berê Nûredîn El-Bihêrî girt.

Serokê Tunisê Qeys Seîd di daxuyaniyên xwe de gelek caran behsa El-Bihêrî kir lê bi nav nekir. Ewn bi xirakirina belgeyên Wezareta Edaletê û kontrolkirina dadê tawanbar kir. Her wiha behsa mal û milkên wî yên gumanbarkirî û jêderên wê yên nediyar kir.”

 ‘HELBÛSÎ JI BO SEROKATIYA PARLAMENTOYA IRAQÊ LI SER RÊYEKE NÎVVEKIRÎ YE’

Têkildarê rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsî: “Serokkomarê Iraqê Berhem Salih roja pêncşemê bi biryarekê dema yekemîn civîna parlamentoya Iraqê diyar kir. Roja 9’ê Çileyê dê yekem civîna parlamentoya Iraqê pêk were.

Parlamenter dê di rûniştina xwe ya yekem de serokê parlamentoyê û 2 cîgiran hilbijêrin da ku piştre serokê nû yê welêt hilbijêrin ku dê serokê bloka herî mezin di parlamentoyê de ji bo avakirina hikumeta bê destnîşan bike.

Li gorî adetên siyasî yên li Iraqê, ji dema dagirkirina Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve (2003), 3 erk li gorî sîstema kotaya mezhebî hatine dabeşkirin, lewra serokatiya komarê ji bo Kurdan e, serokatiya parlamentoyê jî ji bo mezheba sunnî  û serokê hikumetê jî ji bo şîeyan e.

Aliyên siyasî yên Iraqî dibêjin ku xuya ye ku rê li ber nûkirina dewra Mihemed Helbûsî wek serokê parlamantoyê vebûye. Sedema vê yekê encamên ku di hilbijartinên dawîn de bi dest xistine, her wiha piştgirîya Tevgera Sedr. Lê rewş ji bo serokatî û hikumetê ne zelal dimîne.

Aliyên siyasî diyar dikin ku tê pêşbînîkirin ku bloka El-Ezm careke din destekê bide El-Helbûsî ku careke din erka serokatiya parlamantoyê wergire, li beramberî wergirtina beşeke mezin ji erkên hikumetê yên ji bo mezheba sunnî hatiye dayîn.”