Daxuyaniya Jeffrey: Rastî nikare were veşartin

Daxuyaniya Jeffrey: Rastî nikare were veşartin
2 ÇILE, 2022   00:38

AHMET BÎRSÎN

Nûnerê taybet ê berê yê DYA'yê Sûriyê James Jeffrey di bernameyeke televîzyoneke PDK'ê de got çeteyên dewleta Tirk di Cotmeha 2019'an de li Girê Spî û Serêkaniyê sûcên şer kirine. Wî got wan delîlên zelal pêşkêş kirin li ser tawanên şerî li dijî wan û hingê hinek hatine lêkolînkirin û komeke mîlîtanan ji aliyê rêveberiya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden ve hatine cezakirin. Jeffrey çima niha van agahîyan parve dike? Her kes dizane ku berpirsê sereke yê berê ew e. Beriya dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re diyar kir ku dewleta Tirk êriş nake û vekişandina hêzên QSD'ê û çekên giran ji sînor, misoger kir. Piştre di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta Tirk a dagirker bi çeteyan re dest bi êrişê kir.

Piştî ku dagirkerî û komkujî çêbûn, Jeffrey li Meclisa Nûneran bersiva pirsên têkildarî bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi giştî siyasetên Sûriyê da. Diyar kir ku komên li Sûriyê bi Tirkiyê re dixebitin, dibe ku di dema ‘Operasyona Kaniya Aştiyê’ de sûcê şer kiribin, lê wan tu delîlên ‘paqijiya etnîk’ nedîtine û diyar kir ku îdiayên li ser bikaranîna fosfora spî ji aliyê dewleta Tirk ve di dema êrişê de, ji aliyê rayedarên DYA'yê ve tên lêkolînkirin. Wekî daxuyaniyên niha, wê deme jî Meclisa Nûneran xapand û hewl da sûcên şer ên dewleta Tirk veşêre.

Dema ku Jeffrey li Meclisa Nûneran hate lêpirsînkirin, 31'ê Cotmeha 2019'an cîgirê wî bi xwe William V. Roebuck bi zimanekî tund rexne li hikumeta Trump kir ku êrişa dewleta Tirk rast nabîne û ji bo ku pêşî li vê bigire, tişt nekiriye. Roebuck ji Wezareta Karên Derve, senatoran û Pentagonê re nameyek nivîsand û got 200 sivîl hatine kuştin, dîlên şer hatine kuştin, zêdetirî 100 hezar mirov ji cih û warên xwe bûne, bê mal mane û tiştên qewimîne wek “tenê dikare wek sûcê şer û paqijiya etnîk were pênasekirin” rave kiribûn.

NE DAXUYANIYEKE NORMAL E

Şêwirmendê ewlekariya neteweyî yê Trump John Bolton jî di bîranîna xwe de qala pêvajoyê kiribû. Bolton got Jeffrey yek ji wan burokratan bû ku her şêwe destek dida dewleta Tirk. Her wiha destnîşan kir ku Jeffrey sedema destpêkirina operasyona dewleta Tirk di civîna beriya êrişa Girê Spî û Serêkaniyê de ye û destnîşan kir ku ew piştgiriya xwe bi Tirkiyê re didomîne tevî ku qurbaniyên sivîlan bi bîra wî xistine û destnîşan kir ku bi temambûna operasyonê re lîstik di demeke kurt de pêk anî û bi misogeriya ku dewleta Tirk êrişî QSD'ê neke da ku hêzên QSD'ê ji sînor vekişin.

Jeffrey ne tenê pêşî li van sûcên şer vekir, ji bo rê li ber wan veke roleke girîng jî lîst. Ji ber vê yekê, gotina wî ya îro ji bo wî ne ravekirineke ji rêzê ye. Ji ber ku beriya daxuyaniya Jeffrey, senatorê Partiya Demokrat ê New Jerseyê û parêzerekî xwedî tecrube Frank Joseph Pallone li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsand ku ji bo lêkolînkirina mijarê di Belgeya Destûrê ya Parastinê ya Neteweyî (NDAA) de tîmek ji aliyê serokê DYA’yê Biden ve hatiye sazkirin û diyar kir ku dewleta Tirk û Azerbêcanê li Qerebaxê sûcên şer kirine. Pallone diyar kir ku ew jî di nava tîmê de cih digire û gotibû “Ez ê ji bo vê yekê belgeyên qewîn amade bikim.”

DYA SÛC Û SÛCADARAN PAŞGUH DIKE

Ne xuya ye ka DYA dê têkildarî Kurdistanê lêpirsînekê bide destpêkirin, lê li ber çavan e ku sûcên şer ên dewleta Tirk heta niha jî nabîne. Jeffrey got “Komên girêdayî Tirkiyê li Girê Spî û Serêkaniyê sûcên şer kirin” û xwest bi vê gotinê çeteyan sûcdar bike û dewleta Tirk jî bişofîne. Çeteyan bi tena serê xwe êriş nekir û sûcên şer nekirin. Fermana wan êrişan ji dewleta Tirk girtin. Lewma jî sûcê şer dewleta Tirk bi xwe kiriye. Li ber hiqûqê sûckar jî yên ku sûc didin kirin jî wekî hev sûcdar in.

Bi ser de dewleta Tirk li her dera ku dikeviyê, sûcên şer kirine. Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê êrişî cih û warên sivîlan kir. Gelê sivîl qetil kir. Bi sed hezaran mirov koçber kirin, demografî guherand, dest danî ser mal û milkên gel, bi awayekî aşkera dizî, revandin, îşkence û kuştin pêk anîn, tecawiz kirin, dîlên şer kuştin, karwanên sivîlan gulebaran kirin, bombe avêtin nexweşxane û avahiya Meclisa Xweser a Şengalê ya li Xanesorê. Erebeyên hikumetê yên sîvîl bombebaran kirin ku zarok jî tê de bûn. Li Mexmûrê gelek caran bombe li cih û warên sivîlan barandin, sivîl qetil kirin, malên wan xera kirin, heywanên wan kuştin, zerar dan mal û milkên wan.

Li Başûrê Kurdistanê bi sedan gund bombe kirin, gelek zarok û sivîl qetil kirin. Zirar dan rez û baxçeyê gel, zeviya wan û heywanên xwe. Li çiyayan dar birîn. Gund vala kirin. Xwestin bi zorê mirovan bikin sîxur. Ya herî girîng jî dema li hemberî gerîla têk çûn, gazên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîn. Di encamê de leşkerên xwe yên ji aliyê gerîla ve dîl hatine girtin jî qetil kirin. 40 gerîla bi gazên kîmyewî qetil kirin. Gelê sivîl ji ber gazên kîmyewî yên giran bi jehrê ketin. Di sala 2015'an de li Cizîrê di jêrzemînan de ciwan bi saxî şewitandin. Tenê çend roj berê li Kobanê 5 ciwanên Kurd bi bombebaranê qetil kirin. Li gundekî Zirganê 3 sivîl bi awayekî hovane qetil kirin ku di nava wan de Elam Îsa ya 2 salî jî heye. Beriya wê Yûsif Gulo yê 82 salî û 2 neviyên wî bi balafirên bêmirov kirin hedef û qetil kirin.

Her wiha diyar kir ku di destê NY'yê de delîl hene ku aliyên şer dikin li Lîbyayê tevî dewleta Tirk sûcên şer kirine. Ji aliyekî din ve tê zanîn di dema şerê Azerbêcanê de li deverên Qerebaxê bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk êrişî wargehên sivîlan kirine û bi rêya anîna cîhadîstan, dewleta Tirk li dijî Ermenan komkujî pêk anîne. Di demên berê de parlementoya Hollandayê ji bo tawanbarkirina serokê Azerbaycanê û hevsera wî ku sûcên şer kirine, pirsnameyek da ku mueyîde li ser çêbin. Îro jî heman tişt di rojeva DYA’yê de ye.

JEFFREY SÛCÊN ŞER VEDIŞÊRE

Dewleta Tirk li hemberî Kurdan gelek sûcên şer kirine û ev yek bi gelek raporên saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û raporên çapemenî û şahidan jî li ber çavan e lê dîsa jî li dijî faşîzma dewleta Tirk tiştekî berbiçav nehatiye kirin. James Jeffrey sûcên şer ê dewleta Tirk vedişêre û lewma jî dibe hevkarê wan sûcan. Helbet tenê Jeffrey vî sûcî venaşêre. Ev veşartin encameke berjewendiyên dewletan e ku li hember sûcên dewleta Tirk bê deng dimînin. 

Tevî vê destekê jî desthilata faşîst a AKP-MHP’ê li hember têkoşîna gelê Kurd nekarî bi ser bikeve. Dewleta Tirk tevî têkçûnekê dikeve sala 2022’yan. Ji ber vê yekê jî her çend hewl bidin sûcên şer veşêrin jî rastî her li ber çavan e. Her çend dewlet sûcên dewleta Tirk nebînin jî, civak bi degekî gelekî bilindtir êdî sûcên dewleta Tirk hem li derve hem jî li hundir aşkera dike.

ANHA