Gardiyanan hewl da girtiyekî bikujin

Girtiyê bi navê Reşît Îlhan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê tê girtin, eşkere kir ku gardiyanan hewl daye ku wî bikujin.

Gardiyanan hewl da girtiyekî bikujin
1 ÇILE, 2022   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyê bi navê Reşît Îlhan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê tê girtin, bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku ew ji aliyê gardiyanan ve hatiye îşkencekirin.

Di hevdîna bi rêya telefonê re Îlhan diyar kir ku gardiyanan hewl daye ku wî bixeniqînin û got: "Hevalê min ê kawîşê Hamza Arzûman jî birin jorê. Piştî ku ew birin jorê, gardiyanan li min îşkence kir. Qirika min girtin û şidandin. Hevalê min Hamza ji jor xwe ji destê wan xilas kir û bi hewara min de hat. Hevalê min ez ji xenîqandinê rizgar kirim."