Koçberên Serêkaniyê li dijî sûcên dewleta Tirk meşiyan

Koçberên Serêkaniyê bi meşekê bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî sûcên ku li herêmê têne kirin, erkên xwe bi cih bînin.

Koçberên Serêkaniyê li dijî sûcên dewleta Tirk meşiyan
Koçberên Serêkaniyê li dijî sûcên dewleta Tirk meşiyan
Koçberên Serêkaniyê li dijî sûcên dewleta Tirk meşiyan
Koçberên Serêkaniyê li dijî sûcên dewleta Tirk meşiyan
Koçberên Serêkaniyê li dijî sûcên dewleta Tirk meşiyan
31 kanûn, 2021   11:11
HESEKÊ

Bi dirûşma "Li hember qetilkirin û koçberkirinê, em ê bi tevahî pêkhateyên xwe li ber xwe bidin" bi sedan şêniyên Serêkaniyê yên ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne û li kampa Waşûkanî ya Hesekê dimînin, bi meşekê êrişên dewleta Tirk ên li ser Til Temir û Zirganê şermezar kirin.

Di meşê de posterên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên Kongra Star û pankartên "Qetilkirina jin û zarokan rawestînin", "Koçberkirin û wêrankirinê rawestînin" û "Kanî wijdanê mirovahiyê?" hatin hildan.

Meş ji pêşiya navenda meclisa kampê ber bi deriyê sereke yê kampê ve dest pê kir. Meş li deriyê têketina kampê veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Elaa Cemîl El-Elî bi navê koçberên Serêkaniyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Zirgan û Til Temirê hate şeremzarkirin. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê hate kirin ku li hemberî sûcên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin, erkên xwe yên mirovî bi cih bînin.

Mîtîng bi dirûşmên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi dawî bû.

ANHA