QSD'ê hewldaneke din a çeteyan a ketina gundê Sakîro yê Eyn Îsayê têk bir

Navenda Ragihandina QSD'ê ragihand ku hêzên wan hewldanek din a çeteyên dewleta Tirk a ketina gundê Sakîro yê Eyn Îsayê şikand.

QSD'ê hewldaneke din a çeteyan a ketina gundê Sakîro yê Eyn Îsayê têk bir
31 kanûn, 2021   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina QSD'ê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe weşandiye ragihand ku hêzên wan bersiva êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundê Sakîro yê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê têk bir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker saet 01:00 ê derengî şevê hewl dan bikevin gundê Sakîro. Hêzên Sûriya Demokratîk bersiva wan da, hejmarek çete birîndar bûn û yên din reviyan.

Şer derdora 30 deqeyan dewam kir, çekên giran, navîn û sivik hatin bikaraîn. Di heman demê de balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk li eniyên şer geriyan."

Di nav 15 rojan, ev cara sêyemîn e ku artêşa Tirk û çeteyên di ketina gundê navborî de têk diçin.

ANHA