Rojnameyên erebî: Dibe ku El-Helbûsî careke din bibe serokê parlamentoya Iraqê

Balafirên Rûsyayê derbeyên xwe yên li dijî “herêma bêçek” dubare kirin. Aliyên siyasî yên iraqî dibêjin rê li ber nûkirina dewra Mihemed Helbûsî wek serokê parlamentoyê vekirî ye.

Rojnameyên erebî: Dibe ku El-Helbûsî careke din bibe serokê parlamentoya Iraqê
Rojnameyên erebî: Dibe ku El-Helbûsî careke din bibe serokê parlamentoya Iraqê
Rojnameyên erebî: Dibe ku El-Helbûsî careke din bibe serokê parlamentoya Iraqê
31 kanûn, 2021   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, Iraq û Sûdanê kir.

'BALAFIRÊN ŞER ÊN RÛSYAYÊ ÊRIŞÊN XWE YÊN LI SER ‘HERÊMA BÊÇEK’ NÛ DIKIN'

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: "Balafirên şer ên Rûsyayê bombebarana xwe ya li ser ‘herêma bêçek’ a li bakurê rojavayê Sûriyê dubare kir. Di heman demê de topbarana ji nuqteyên hêzên rejîmê li ser herêmên başûrê Idlibê û rojavayê Helebê zêde bûn. Di encamê de birîndar û ziyanên mezin ên madî çêbûn.

Çalakvanê bi navê Museb El-Hesen ji gundewarên Idlibê got: “Balafirên Rûsyayê 7 êriş bi moşekan li ser deverên nêzîkî kampên koçberan ên li gund û bajarokên Barişa, Kefer Uruq, Kefer Daryan, derdora bajarê Merat Misrîn û devera Şêx Behr a li bakurê Idlibê pêk anîn. Di encamê de jinek û zarokek birîndar bûn, her wiha avahî wêran bûn û ziyanên madî gihaştin mal û milkên sivîlan. Ev êriş li gel liv û tevgera balafirên şer û kefşê yên Rûsyayê pêk hat ku ji baregeha Himêmîm rabûn. Vê yekê tirs û xofek mezin di nav sivîlan de çêkir û hişt ku ji tirsa ku êrişên esmanî yên nû li ser deverê pêk werin, birevin deverên din."

Çalakvan her wiha got: “Balafirên Rûsyayê jî 3 êriş li ser çiyayê Şêx Berekat ê derdora bajarê Darat Iza li rojavayê Helebê pêk anîn. Di encamê de welatiyek bi giranî birîndar bû. Her wiha diyar kir ku êrişên bi topên giran (Kraspinbul) ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên Îranî ve li ser deverên Kefer Teal û Kefer Ema yên li gundewarên rojavayê Helebê pêk hatin. Di encamê de 2 zarok bi giranî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyên herêmê.”

‘HELBÛSÎ JI BO SEROKATIYA PARLAMENTOYA IRAQÊ LI SER RÊYEKE NÎVVEKIRÎ YE’

Têkildarê rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsî: “Serokkomarê Iraqê Berhem Salih roja pêncşemê bi biryarekê dema yekemîn civîna parlamentoya Iraqê diyar kir. Roja 9’ê Çileyê dê yekem civîna parlamentoya Iraqê pêk were.

Parlamenter dê di rûniştina xwe ya yekem de serokê parlamentoyê û 2 cîgiran hilbijêrin da ku piştre serokê nû yê welêt hilbijêrin ku dê serokê bloka herî mezin di parlamentoyê de ji bo avakirina hikumeta bê destnîşan bike.

Li gorî adetên siyasî yên li Iraqê, ji dema dagirkirina Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve (2003), 3 erk li gorî sîstema kotaya mezhebî hatine dabeşkirin, lewra serokatiya komarê ji bo Kurdan e, serokatiya parlamentoyê jî ji bo mezheba sunnî  û serokê hikumetê jî ji bo şîeyan e.

Aliyên siyasî yên Iraqî dibêjin ku xuya ye ku rê li ber nûkirina dewra Mihemed Helbûsî wek serokê parlamantoyê vebûye. Sedema vê yekê encamên ku di hilbijartinên dawîn de bi dest xistine, her wiha piştgirîya Tevgera Sedr. Lê rewş ji bo serokatî û hikumetê ne zelal dimîne.

Aliyên siyasî diyar dikin ku tê pêşbînîkirin ku bloka El-Ezm careke din destekê bide El-Helbûsî ku careke din erka serokatiya parlamantoyê wergire, li beramberî wergirtina beşeke mezin ji erkên hikumetê yên ji bo mezheba sunnî hatiye dayîn.”

‘DI XWEPÊŞANDANÊN LI XERTÛMÊ DE 3 KUŞTÎ Û BI DEHAN BIRÎNDAR’

Girêdayî rojeva Sûdanê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Çavkaniyeke tenduristiyê ji Sky News Arabia re piştrast kir ku duh pêncşemê di encama jihevkirinên xwepêşanderan de li bajarê Um Derman ê bakurê paytexta Sûdanê Xertûmê de herî kêm 3 xwepêşander hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Di xwepêşandanên bi banga vekişiya artêş ji jiyana siyasî de, hêzên ewlehiyê gule, gaz û bombeyên deng bi kar anîn da ku bi hezaran xwepêşandêr li derdora qesra serokatiyê li Xertûmê belav bikin. Gaza ku hate bikaranîn bandor li piraniya rojnamevan û mêvanên kir ku li bûyerên hin kanalên televîzyonê yên li Ebrac El-Nîleyên ên nêzî kolana Qeser bûn, di nav de buroya kanala Sky News Arabia hebû.

Roja pêncşemê piştî nîvro bi hezaran xwepêşanderên sûdanî gihaştin devereke li nêzî qesra serokatiyê ya li Xertûmê, tevî ku bombeyên deng û gaza rondikrêj hatin avêtin.

Di saetên destpêkê yên sibehê de, paytexta Sûdanê hemwextî destpêkirina meşên nû yên bi banga rêveberiya sivîl bû mîna nuqteyeke leşkerî. Meş li ser banga komîteyên berxwedanê û bi kombûna pîşesaz û gelek partî û rêxistinên siyasî hatin lidarxistin.

Xwepêşandêran belavbûna zêde ya hêzên ewlekariya hundirîn ên bi panzer û çekên giran, trafîka ku bi têlên asê hatibûn girtin, derbas kirin û gihaştina naverasta Xertûmê.

Desthilat, peywendî û înternet telefonên destan qut kirin û gelek pirên sereke ku 3 bajaran; Xertûm, Um Derman û Xertûm Behrî bi hev ve girê didin, girtin."