​​​​​​​Gelo encamên gera Astana 17`an çi bûn?

Gera dawî ya Astanayê ya têkildarî Sûriyê li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyaniyên neyînî li dijî Rêveberiya Xweser dan. Gelo encamên vê gerê çi ne? Planên sêalî çi ne? Dê çawa Rêveberiya Xweser li hember planên li dijî herêmê bisekine?

​​​​​​​Gelo encamên gera Astana 17`an çi bûn?
30 kanûn, 2021   05:15
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Encamên gera 17`an a Astanayê ya têkildarî Sûriyê, wekî gerên berê bû ku behsa yekitiya Sûriyê û serxwebûna wê û têkbirina modela demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Gera dawî ya Astanayê hemwextî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Dewleta Tirk a dagirker beriya çend rojan eniyên şer ên Til Temir û Zirganê bombebaran kirin, her wiha bi balafirên bêmirov jî Kobanê bombebaran kir, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker hewl da gundê Um El-Kêf ê ku 6 kîlometreyan dûrî navçeya Til Temirê, dagir bikin.

QSD`ê beriya niha têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku wan di çarçoveya parastina rewa de, bersiva van êrişan daye.

Gerînendeyê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî bi daxuyaniyekê wiha gotibû: "Bingeha êrişên li ser Til Temirê, di civînên Astanayê de û dorpêçkirina Rojava de hatine plankirin û diyar e ku li dijî herêmê lihevkirin hene."

Şamî bal kişandibû ser civîna nû ya Astanayê û êrişan û wiha axivî: “Dewleta Tirk nûçeyên derew belav kirin. Rojava hatibû dorpêçkirin. Bi civîna Astanayê û van tiştên ku me behs kir, bingeha van êrişan hat amadekirin. Bi qasî ku zelal dibe, bazarek li ser herêmê hatiye kirin. Bi taybetî hin hêzên navdewletî ku bi dewleta Tirk re tev digerin, ragihandibûn ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha qebûl nakin, dê hewldanên xwe zêde bikin. Hem bi rêya êrişên dewleta Tirk hem jî bi rêya provokasyona li dijî herêmên me, xebatên wan hene. Xebatên mîna sîxurî, çêkirina şaneyan bi taybetî ji aliyê hikumeta Şamê û dewleta Tirk ve, hene.”

‘CAREKE DIN RÊ DAN TIRKIYÊ ÊRIŞÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BIKE’

Têkildarî mijarê gerînendeyê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê axivî û got: "Mijara êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, nexasim ji herêma Til Temir re û bombebarana berê rû da û hîn jî li Kobanê û herêmên din pêk tê, ne tenê girêdayî Astana ye, lê belê berdewama siyaseta Tirkiyê ya dijminane ya li hemberî Rêveberiya Xweser û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Pîrê wiha axivî: "Li Astanayê dibe ku peyman hatibin nûkirin an jî tawîz çêbûne û Rûsya maf dabe aliyê tirkî yê dagirker ku wê dijminatiyê berdewam bike, lê ev yek ne girêdayî Astana yan jî diyalogên wê ne, ji ber ku topbaran beriya vê yekê û beriya civînên Tirkiye-Rûsya û Îranê ne û hîn jî dewam dikin."

Pîrê piştrast kir ku ev topbaran dê bi rakirina dagirkeriyê, çareserkirina pirsgirêkê û mijara Sûriyê bi dawî bibe û wiha dewam kir: "Bi şertê ku çareserî Sûriyê tevahî bigire nav xwe û dagikeriya Tirk ji erdên Sûriyê were derxistin."

‘TIŞTEKÎ NÛ BI XWE RE NEANÎ’

Têkildarî encamên gera dawî ya Astanayê Pîrê got: "Tiştekî nû bi xwe re neanî, lê berdewama aliyên destwerdanê dikin, a kambax ji wan dosya Sûriyê ye ku destwerdana rûsî bi armanca xelasiya hikumetê bû. Der barê Îranê û Tirkiyê de ji xwe bo gurkirina rageşiya sûrî û dagerandina wê ber bi rageşiyeke mezhebî bû. Berê şoreşê ku di bingeh de li dijî zilm û dîktatoriyê bû, veguherandin berjewnediyên dewleta Tirk û herêmên Sûriyê dagir kirin."

Kadar Pîrê ev lê zêde kir: "Her sê aliyên li hev civiyane, xêrê ji Sûriyê re naxwazin, lê berjewendiyên xwe diparêzin û ev e ya ku di encamnameyê de hate diyarkirin. Bendên vê civînê dabeşkirî bûn û her bendek li gorî berjewendiyên wan dewletan e."

‘NÊRÎNA RÛSYAYÊ JI ALOZIYA SÛRIYÊ RE NEYÎNÎ YE’

Hemwextî van diyalogan, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov têkildarî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdan daxuyaniyên neyînî dan. Lavrov gotibû "Hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li Sûriyê dê bi dawî bibe û divê Kurdên li vî welatî, ji bo diyaloga bi hikumeta Şamê re, rêya xwe diyar bikin."

Ev daxuyanî isbat dike ku siyaseta Rûsya ya li hemberî aloziya Sûriyê wekî xwe ye û têkildarî vê yekê Kadar Pîrê ev nirxandin kir: "Ev berdewama lihevkirinên di navbera her sê aliyan de ye ku ew jî, li Sûriyê fikireyên demokratîk têk bibin. Ew her sê alî dixwazin rewş vegere wekî berê, wekî ku tiştek nebûye û ev jî nayê qebûlkirin. Daxuyaniyên Rûsyayê beriya wan daxuyaniyên ên têkildarî rewşa danûstandinên bi Şamê re hatin weşandin ku ew ê jî di nav de be xapînok bûn, ruxmî ku Rûsya di vê qadê de jî, bi erka xwe ranabe."

Pîrê destnîşan kir ku ev daxuyanî di çarçoveya lihevkirinên her sêaliyan de pêk hatiye. Her wiha ev civîn berdewama xwesteka Rûsya ya li Sûriyê ye ku rewş vegere wekî berê. Ji lew re di zextkirina li ser hikumeta Şamê de ne cidî ye. Bi gotineke din naxwaze diyalog di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de çêbibin, di encamê de ev berdewama projeya fitneyê ye.

‘DAXUYANIYÊN JI BO FITNEYÊ’

Der barê axaftina her sêaliyan a yekitiya Sûriyê û serxwebûna wê, Pîrê wiha got: "Teqeziya wan a dabeşnekirina Sûriyê yan jî her tim girîngiyê didin yekitiya Sûriyê, wekî ku aliyek heye çi Kurd an jî hinekî din bin banga cihêbûna ji Sûriyê dikin, lê di rastiyê de girîngiyê didin vê nuqteya ku Kurd cihê ne û ev jî ne rast e. Tenê ji bo ku fitne di navbera Sûriyan de çêbe wê yekê dikin."

Pîrê wiha dewam kir: "Rastiya vê yekê aliyê dixwaze Sûriyê parçe bike, dagirkeriya Tirk e û bi dagirkirina xwe ji parçeyên Sûriyê re û li wan herêman siyaseta Tirkiyê ferz bike. Guhartina demografiya li wan herêman parçekirin bi xwe ye, nexasim ku li herêmên dagikirî her tişt bi Tirkiyê ve girêdan."

Der barê armancên her sê aliyan ji civînan de Pîrê wiha axivî: "Tenê vegera hikumetê û rewşê wekî beriya 2011`an, tê wateya ku hikumet bi temamî vegere wekî berê, ji ber ku Tirkiyê li Sûriyê xwedî berjewendî ye û bi bin ket, niha jî dixwaza xwe gelê Kurd li Sûriyê qir bike."

Têkildarî Îranê Kadar Pîrê diyar kir ku ew rikberiya di navbera wan û rûsan de bi bin ket û dixwest serweriya xwe ferz bike û hemû Sûriyê qir bike. Ji lew re sûdmendê herî mezin, Rûsyayê ye ji ber ku bi rêya dosya sûrî û bikaranîna veto vegerî blokeke cîhanî.

Pîrê destnîşan kir ku ev her sê dewlet xêra Sûriyê naxwazin û tenê di berjewendiyên xwe de difikirin, hin alî di berjewendiyên xwe yên li Sûriyê de, bi bin ketin û tenê bi hewldana têkbirina hêviyên gelê Sûriyê ve sînordar ma.

‘RÛSYA LI ÇARESERIYÊN WEKÎ LIHEVKIRINAN DIGERE’

Têkildarî nêzîkatiyên Rûsya û Şamê yên bi armanca çareseriya Sûriyê, gerînendeyê Saziya Kurdên Bêsînor anî ziman ku ew li çareseriyên wekî lihevkirinên li Derayê digerin, wekî ku aliyekî li derveyî qanûn heye û tenê dê efûyê li ser wê ragihînin, êdî ev çareseriya ku Rûsya û hikumet dixwazin.

Pîrê îşaret pê kir ku Rûsya, Tirkiyê wekî kaxeza zextê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tînin, lê heta niha bi bin ketine û  dê di pêşerojê de jî bi bin bikevin, ji ber ku hebûna Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî li pêşiya planên wê kelem in. Li vir jî Amerîkayê ne ji ber ku xêrê ji vê herêmê re dixwaze heye, lê ji ber berjewendiyên wê li ser wê ferz dike ku li herêmê bimîne. Di encamê de şerê terora ku gefan li ewlehiya cîhanê dixwe heye, her wiha berjewendiyên biryara siyasî yan jî serweriya Amerîkayê li derve heye, ji ber ku derketina wê û radestkirina wê ji Rûsya yan jî aliyekî din, bandoreke neyinî li siyaseta Amerîka ya derve û têkiliyên wê yên bi aliyên din ên li Sûriyê dike.

Kadar Pîrê da zanîn ku Rûsya bi tena xwe nikare li Sûriyê çareseriyê pêk bîne û çareseriya wê jî dê di çarçoveya berjewndiyên wê û berjewendiyên hikumetê de bin. Lê ger bi rastî Rûsya garantora diyalogên di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de ye divê bi navbeynkariya navneteweyî, ewropî û amerîkî be, di encamê de aliyê rûsî bawerî pê nayê. Ev jî tê wateya ku dîktator e û nikare demokrasiyê pêk bîne, ji lewma Rûsya û hikumeta Şamê li çareseriyên demkî digerin.

Piştî gera dawî, Tirkiyê gotinên di daxuyaniya nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Sûriyê Aleksander Lavrentiev de hatine derewandin. Ji ber Lavrentiev gotibû nûnerên Enqere yên di civîna Astana de beriya çend rojan li Kazaxistanêli dar ket gotine, leşkerên Tirk dê, ji Sûriyê derkevin.

Rojnameyeke tirkî ragihand ku Enqere 4 şert ji bo derketina ji Sûriyê danîne û derketina xwe bi çareseriya Sûriyê ve girê daye. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê modela demokratîk tu serkeftinan qezenc neke û hêzên hikumeta Şamê jî vegera ser sînor, lê behsa çarenûsa herêmên Sûriyê yên dagir kirine, nekir.

Kadar Pîrê destnîşan kir ku daxuyaniyên serokê Rûsyayê bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, her wiha da ku hêzên leşkerî û pêkhateyeke sereke ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî têk bibe. Di encamê de daxuyaniyên Tirkiyê heman daxwazên Îranê, Rûsya, Esed û Tirkiyê ne ku ew jî vegera hikumetê ya wekî berê ne. Lê ev yek pêk nayê.

HELWESTA RÊVEBERIYA XWESER HESAS E Û PÊŞKETINA WÊ GIRÎNG E

Li ser tişta ji Rêveberiya Xweser tê xwestin da ku li dijî van planan bisekine, gerînendeyê Saziya Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê wiha axivî: "Di rastiyê de helwesta Rêveberiya Xweser di vê nuqteyê de, hesas û girîng e. Bi taybetî li ser çawaniya rûbirûbûna van planên li dijî rêveberiyê tên kirin, lê ya ku dike yek ji aliyên rast e ku bi her kesî re dide û distîne, çi aliyê rûsî bi hemû kêmasiyên xwe ve be yan jî Koalîsyona Navneteweyî û Amerîka be."

Pîrê got: "Ez bawer im berfirehkirina daîreya têkiliyên derve û dîplomatîk ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li derve, pir girîng in. Nuqteyeke din jî pir girîng e ku ew jî berfirehkirina rêveberiyê ji her kesên li derveyî vê rêveberiyê ye, da ku di vê rêveberiya herêmê de, şirîk be. Anku dan û standin bi hemû aliyên li derveyî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hebe."

Gerînendeyê Saziya Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê rêveberî di têkiliyên xwe de hebûneke fermî be, çi li ser asta hundir an derve be, di dawî de êdî pêşxistina vê rêveberiyê girîngiyek e."

(eh)

ANHA