Kobanê sembola yekitiya Kurdan û gelan û têkoşîna li dijî dagirkerî û xiyanetê ye

Kobanê sembola yekitiya Kurdan û gelan û têkoşîna li dijî dagirkerî û xiyanetê ye
30 kanûn, 2021   01:37

HALÎL CEMAL

Di 25'ê Kanûna 2021'an de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan di encama êrişa dewleta Tirk a faşîst a dagirker a li ser maleke li Taxa Şehîd Peyman a bajarê Kobanê de şehîd bûn.  Zêdetirî 10 welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Kobanê di encama êrişên balafirên bêmirov û êrişên din de şehîd bûbûn.

Dijminahiya dewleta Tirk a faşîst a li dijî Kurdên azad xuya ye. Bi pêkanîna her cure sûcên li dijî mirovahiyê vê dijminahiyê li her çar parçeyên Kurdistanê nîşan dide. Ne tiştekî veşartî ye ku ev siyaseta qirkirinê ya li dijî Kurdan zêdetir li dijî Başûrê Kurdistanê, gelê Şengalê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û welatiyên wê di şexsê gerîla de tê meşandin. Di heman demê de siyaseta qirkirinê ya li Bakurê Kurdistanê jî tê dîtin. Di tevahiya sala 2021'an de ev siyaseta qirkirinê, bi taybetî li 3 parçeyên Kurdistanê hat meşandin. Lewma sala 2021'an bû saleke ku desthilata faşîst a AKP/MHP'ê dijminahiya Kurdan gihand aste herî bilind û gelê Kurd li ser xeta rêber Apo li dijî wê têkoşîneke awarte da meşandin.

Divê bê lêkolînkirin bê ka çima bi taybetî li Kobanê helwesteke wiha ya dijminane bi vê israrê tê domandin. Dema ku dibêjin Kobanê divê çi bê fêmkirin?

KOBANÊ NE TENÊ KOBANÊ YE

Kobanê îro nikare tenê wek kantoneke Bakur û Rojhilatê Sûriyê were dîtin. Kobanê navendeke kantonê ye ku beşeke wê ya girîng şêniyên Kurd in. Lê Kobanê ne tenê ev e. Kobanê deriyê yekemîn ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ku li cîhanê vebû. Cîhanê pê zanî ka têkoşîna Xweseriya Demokratîk li Kobanê tê çi wateyê û destek dayê. Kobanê ne tenê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ye, bû sembolek ku dikare pê DAIŞ were têkbirin. Kobanê hesreta dewleta Tirk a faşîst ya “Ha ket, ha dikeve'' nîvçe hişt. Bi vê seknê dawî li xeyala xelîfetiyê anî ku dewleta Tirk dixwest bi rêya çeteyên DAIŞ'ê pêk bîne.  Kobanê têkiliyên DAIŞ/dewleta Tirk ên faşîst raxistin pêş çavên tevahiya cîhanê. Kobanê li wir ranewestiya, bû kanaleke têkilî û pêwendiyan di navbera Kurdan û hemû gelên herêmê de û bi taybet gelên Ereb û Tirkiyê re. Lewma jî Kobanê wek Stalîngrada sedsala 21'an ku rê neda faşîzma DAIŞ/dewleta Tirk, kete nava rûpelên dîrokê. Çawa ku Naziyan li pêşberî Moskovê dest ji xeyala avakirina împaratoriyeke cîhanê berda, Osmaniyên nû jî neçar man dest ji xeyala Împaratoriya Osmanî berdin. Ji bo vê jî Kobanê bû destpêka têkçûna dewleta Tirk a faşîst û mêtinger ku di bin desthilata AKP'ê ya faşîst de ye.

Bê guman navê Kobanê bi van ve jî sînordar nema. Kobanê ala yekitiya neteweyî bilind kir, di heman demê de derbeke giran li nokerî û xiyanetê da.

Ji ber vê yekê Kobanê bû sembola têkoşîna li dijî faşîzmê, çeteyan û her cure û xiyanetê. Rastiya ku bûye îkoneke bi vî rengî jî, bi pêşengiya xeta Apocî bû. Bi vê pêşengiyê Kobanê bû nîşaneya îflasa Komploya Navneteweyî û siyaseta tecrîdê ya ku li dijî gelê Kurdistanê di şexsê rêber Apo de hat pêşxistin. Bi van taybetmendiyên xwe navê Kobanê sembola biryardariya ji bo têkoşîna jiyana azad nîşan da û di heman demê de nîşanî hemû kesên dost an jî dijmin da ku rê û rêbaza yekitiya Kurdan û gelan çi ye.

Heke em bala xwe bidinê, kengî DAIŞ li Kobanê têk çû, dewleta Tirk a faşîst di serî de li hemberî Bakurê Kurdistanê û dostên wê yên tirkiyeyî şer îlan kir. Pêla qirkirinê ya bi komkujiyên Pirsûs û Enqereyê û êrişên 6-8'ê Cotmehê dest pê kir û heta roja îro dewam kir, tola ji wan kesan bû ku li Kobanê DAIŞ têk bir.

Ev hêrsa tolhildanê, li hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr û Şengalê gihaşt asta herî bilind. Helwesta dewleta Tirk a faşîst a dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û hewldana tesfiyekirina Kurdên azad, bû polîtîkayeke tesfiyekirina jiyana azad ku li vê erdnîgariyê ava bûye. Bi kurtasî, heman tişta ku dihate xwestin ji aliyê DAIŞ'ê ve bê kirin, xwestin bi dagirkeriya leşkerî ya dewleta Tirk a mêtinger bê kirin. Yanî bi van êrişan dîsa derket holê ku xelîfeyê DAIŞ’yê yê rastîn Erdogan e. Lewma jî Kobanê maska dewleta Tirk a faşîst xist erdê û derxist holê ku rûyê wî yê rast DAIŞ e. Bi kurtasî ev paşxaneya rûdanên li Kobanê bû. Ji ber vê yekê dihat xwestin ku Kobanê ne tenê bikin navendeke êrişên xwe, di heman demê de bikin qadeke şerê taybet.

LÎSTIKVANÊN MÎT'Ê KÎ NE?

Li ser vê yekê, daxuyaniyên bi heman rengî ku ji bo êrişên li dijî gerîla bi 'koordînasyoneke hevpar a MÎT û artêşa Tirk’ dest pê kirin û dest bi bikaranîna heman retorîkê ji bo êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kirin. Di vir de muxatabê êrişan jixwe tê zanîn. Ev jî balafirên bêmirov an jî roketên dewleta Tirk in.... Anku dewleta Tirk a faşîst.

Baş e lîstikvanên MÎT'ê kî ne? Li gorî îfadeya hin provokator an jî tetikkêşên ku hatine girtin, hin kesên ku ev rol lîstine hatine kirîn an jî bi awayekî hatine xapandin. Beşa din jî hêzên hevkar ên li erdnîgariya me yên wekî PDK’ê ne ku îstîxbaratê dide dewleta Tirk a faşîst da ku êrişî gerîla bike. Navê wan li warên Rêveberiya Xweser jî PDK/ENKS ye.

PDK/ENKS’ê derfetên xwe yên birêxistinbûnê bêhtir li Rojava zêde kirine û bi taybetî bi pêvajoya muzakereyên di bin navê yekitiya Kurdan de, weke şaxê pêncemîn ê dewleta Tirk a faşîst, rola xwe bêhtir aktîf kiriye.

PDK/ENKS'ê ewilî li ser çapemeniyê hedefên xwe aşkera kirin, bi bikaranîna derfetên dewleta Tirk a faşîst jî dest bi hewldana tesfiyekirina van hedefan kir. PKK ku ji dewleta Tirk a faşîst re bûye xewnereşk, di destpêka lîsteya hedefan de cih girt. Li ser vî esasî welatiyên welatparêz ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin hedefên artêşa Tirk. Mînaka vê ya dawî jî semboleke welatparêzyê Yûsif Gulo û neviyên wî bûn.

PDK/ENKS'Ê CIWANÊN ŞOREŞGER KIRIN HEDEFA XWE

Xayîn li dijî azadiyê ne. Ji ber vê yekê sînorê dijminahiya li mirovê azad nîn e. Ji bo vê jî PDK/ENKS'ê ku gelê Rojava yê welatparêz ji her alî ve kiriye hedef, di dawiyê de jî Tevgera Ciwanên Şoreşger kir hedef. Ji tevgera ciwanan heta Rêveberiya Xweser dest bi belavkirina propaganda û dîplomasiyê kir, ji bo ku hemû avaniyên şoreşger-demokratîk wek terorîst bên îlankirin, zend û bend badan. Bi vê pêvajoya re, çapemeniya PDK/ENKS'ê rojevkirina zarokên biçûk kir ku qaşo ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin. Li rex heman hemleyê dest bi birêxistinkirin û çalakiyên li dijî malbatên zarokên ku qaşo hatine revandin û buroyên xwe yên PDK/ENKS'ê dişewitîne û dixin stûyê ciwanan.

Ev rêbaz heman rêbaz in ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji aliyê Saziya Şerê Taybet a Tirk a faşîst ve tên bikaranîn. PDK/ENKS'ê li erdnîgariya me dest bi pêkanîna rêbazên şerê taybet ê Tirk kiriye. Çapemeniya PDK/ENKS'ê jî bi vê yekê re propagandaya xwe mezin kiriye. Heman rêbaz li Şengal û Mexmûrê jî tê meşandin. Çapemeniya PDK/ENKS'ê berî ku tu êrişkar an jî kesên êriş li wan hatiye kirin daxuyaniyekê bidin, hewl dide rojevê bi zimanê şerê taybet diyar bike. Hedefên yekser bi PKK'ê ve girê dide.

Êrişa 25'ê Kanûnê ya li Kobanê jî bi heman rengî bû. Çapemeniya PDK/ENKS'ê mala ku ciwan lê kom bûne, wek kampekê bi nav kir. Li Şengalê jî meclisa gel ku rastî êrişa balafirên dewleta Tirk a faşîst hat, di heman çapemeniya çeteyên xayîn de wek "kampa PKK'ê" hat nîşandan.

Heman tişt li Sêmalka jî bûbû. Ew ciwan ne çekdar bûn. Tu alavên wan ên êrişê tune bûn. Li ser pirê jî kevir tune bûn ku biavêjin wan. Hema hema sere tevahiya wan ciwanan bi kevirên rayedarên PDK'ê yên li ser sînor şikestin. Dibe ku hin ji van ciwanan derfet dît ku kevirên avêtine, biavêjin aliyê din ê pirê. Ji ber vê yekê ne binpêkirina sînor bû, protestoyek bû. Ne êriş bû, lê rastî êrişê hatibûn. Lê belê desthilata faşîst a AKP/MHP'ê bi propagandaya mexdûriyetê bingeha êrişên li ser wê afirand û PDK/ENKS'ê jî heman rêbaz bi kar anî.

Ev jî tê wê wateyê ku ji hevkarekî bêhtir, mîna dijminekî ye. Mîna mexdûrê ku evîndarê kujerê xwe be, PDK/ENKS bi heza xwe ya ji dewleta Tirk a faşîst re êrişa li dijî Kurdan normal dît û heta bi xwe jî dest bi êrişên li dijî Kurdan kir.

Şehîdbûna 5 ciwanên welatparêz ên Kobanê û birîndarbûna 5 ciwanan, ji ber hevkariya PDK/ENKS û dewleta Tirk a faşîst e. 

Kesên difikirin ku dê Kobanê û welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya qetilkirina jin û ciwanên pêşeng asteng bikin, şaş in. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku bi azadî derfetên jiyanê biafirînin, 12 hezar zarokên xwe şehîd dan û nêzî 25 hezar kesên din jî birîndar bûn. Ev mirov dê tu carî kesên ku di vê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de zarokên wan birîndar an jî şehîd dikin, normal nebine. Bi hişmendiya vê yekê ciwan û jin dê bêhtir xwe bi rêxistin bikin û li dijî mêtingeran û hevkarên wan li ber xwe bidin.

YÊN KU ÎSTIXBARATÊ DIDIN DÊ HESAB BIDIN GEL 

Dewleta Tirk a faşîst ku ji komkujiya Mereşê heta Roboskiyê û piştre jî Kobanê bi êrişên tevkujiyê ket her saleke nû, çawa ku negihatş armancên xwe û heke têkoşîn xurttir bibe, dê xayîn jî negihêjin armancên xwe. Tu carî nikarin xwe ji vîna gelê me rizgar bikin. Yên ku ji bo failê komkujiya Kobanê îstîxbaratê didin, teqez dê bên dîtin û hesab bidin gelê me.