Dêra Ixwa li Kobanê pîrozbahiyên sersalê betal kirin

Dêra Ixwa ya li Kobanê ji bo şehîdên komkujiya ku beriya çend rojan dagirkeriya Tirk pêk aniye, pîrozbahiyên sersalê betal kirin.

Dêra Ixwa li Kobanê pîrozbahiyên sersalê betal kirin
29 kanûn, 2021   20:27
KOBANÊ

Dêra Ixwa ya li Kobanê bi daxuyaniyekê ekere kir ku ew tevahî pîrozbahiyên sersalê li Kobanê ji bo şehîdên komkujiya ku dagirkeriya Tirk pêk aniye, betal dikin.

Vê sibehê şandeyeke ji dêrê serdana navneda giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê kir û sersaxiya wan xwest.

Dêra Ixwa têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da, tê de derbekirina ewlehî û aramiya herêmê ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kir û da zanîn ku dagirkeriyê kêfxweşiya tevahî gel hedef girt, bi wê re dêr ji bo şehîd û malbatên şehîdan pîrozbahiyan betal dike.

Dêra Ixwa, dara sersalê ku li qada dêrê xemilandibû rakir û tevahî pîrozbahî jî betal kirin.

Dagirkeriya Tirk di 25’ê vê Kanûnê de maleke welatiyan li rojhilata Kobanê hedef girt, di encamê de 5 welatî ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Di duşema borî de bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî merasîma oxirkirina 3 şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger bûn ku di komkujiyê de şehîd bûn. Her sê şehîd di Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê hatin oxirkirin û 2 şehîdên din jî li bajarokê Eyn Îsa hatin oxirkirin.

(fr)

ANHA