Şêniyên kantona Qamişlo bang li civaka navneteweyî kir: Erkên xwe bicih bînin

Şêniyên kantona Qamişloyê bi meşan, êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û ji civaka navneteweyî xwestin ku erka xwe li hemberî gelên herêmê pêk bîne.

29 kanûn, 2021   13:01
QAMIŞLO

AMÛDÊ

Di vê çarçoveyê de, şêniyên navçeya Amûdê û gundewarên wê, tevî saziyên civaka sivîl meşek lidar xist.

Meş ji Qada Şehîd Cîhad dest pê kir û ber bi navenda Ciwanên Şoreşger ve dewam kir.

Meş li ber navenda ciwanan veguhirî mitîngê. Di mitîngê de, Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger li Amûdê Faris Faris daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de, hate gotin ku dewleta Tirk dijminê sereke yê azadiya gelên Rojhilata Navîn e û dewleta Tirk sûcan li dijî gelan pêk tîne.

Her wiha di daxuyaniyê de, êrişa li dijî maleke sivîl li Kobanê ku di encamê de, 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn, hate şermezarkirin û soza dewamkirina berxwedanê hate dayîn.

TIRBESPIYÊ

Di heman çarçoveyê de, pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ji pêşiya navenad Kongra Star dest bi meşê kirin.

Meş di kolanên sereke de dewam kir û li ber navenda Tevgera Ciwanan veguhirî mitîngê.

Rêveberekî Tevgera Ciwanan a Tirbespiyê Heqî Qerar axiv û da zanîn ku şoreşên ku bi ciwanan dest pê kir, bi ser ketin û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî wê bi saya ciwanan bi ser bikeve.

Rêvebereke Kongra Star a navçeya Tirbespiyê Mîdya Ehmed jî axivî û got:"Dewleta Tirk bi rêya PDK`ê şerek taybet li dijî Tevgera Ciwanên Şoreşger dide meşandin, da ku tevgera me bixe nava lîsteya terorê."

TIL BIRAK

Li bavçeya Ti Birak jî bi heman armancê gel dakete kolanan. Meş gel ji çerxereya firinê ya başûrê navçeyê dest pê kir. Di meşê de, êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate şermezarkirin.

Meş li ber Çerxereya Şehîdan veguhirî mitîngê. Hevseroka Meclisa Navçeya Til Birakê Emîne Xilêf axivî û bêdengiya dewletên garantor û yên çalak li herêmê û civaka navneteweyî li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê û şermezar kir.

Emîne ji dewletên garantor xwest ku erkên xwe li hemberî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Rêvebereke Kongra Star Rusil Hesen jî axivî û bal kişand ser rola şervanên QSD`ê di parastian ewlekarî û aşitiya li herêmê de.

ANHA