Şêniyên navçeyên başûrê Hesekê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan

Bi sedan şêniyên navçeyên başûrê kantona Hesekê li navenda navçeya Şedadê bi xwepêşandaneke girseyî sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.

29 kanûn, 2021   12:34
HESEKÊ

Xwepêşandan ji Qada Giştî ya Şedadê ber bi Qada Rêber Ocalan a navçeyê ve destpê kir. Xwepêşandêran pankartên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê, wêneyên rêber Ocalan û alên Hêzên Sûriya Demokratîk, bilind kirin.

Meş li Qada Rêber Ocalan veguhirî mîtîngê.

Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Ela El-Selûm êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser welatiyên Kobanê û herêmên Til Temir û gundewarên Zirganê şermezar kir.

Ela El-Selûm  got: "Ev êriş wê îradeya me ya berdewamkirina rêya têkoşînê heta bidestxistina azadiyê, qels neke."

Endama Mala Jin ya navçeya Şedadê Umeye El-Werdî jî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir. Umeye El-Werdî bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî kir ku helwesteke cidî nîşan bidin û zextê li dagirkeriya Tirk bikin da ku van sûcan rawestîne.

Endamê Saziya Ewqaf a Şedadê Ehmed El-Esed jî piştrast kir ku armanca van êrişan lawazkirina projeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

 (dx)

ANHA