​​​​​​​Parêzerên rêber Abdullah Ocalan serî li dadgehê da

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê serî li Dadgeha Destûrê ya dewleta Tirk da.

​​​​​​​Parêzerên rêber Abdullah Ocalan serî li dadgehê da
29 kanûn, 2021   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rêber Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku 9 meh e agahî jê nayê girtin, serî li Dadgeha Destûrê da.

Ajansa Mezopotamyayê ragihand ku parêzeran bi daxwaza tedbîrê roja 24'ê Kanûnê serî li dadgehê daye û bi bîr xist ku axaftina herî dawî ya bi rêber Abdullah Ocalan re 25'ê Adarê bi rêya telefonê hate kirin û wiha hate gotin: "Ji wê demê ve 9 meh e me nekarî li ser rewşa muwekîlên xwe agahiyê bigirin. Di vê demê de ne pêwendiyeke fîzîkî bi muwekîlan re çêbûye ne jî bi telefon an jî nameyan pêwendî hatiye çêkirin. Lewma serî li dadgeriya înfazê hatiye dayîn. Dadgeriya înfazê diyar kir ku ji ber cezayê dîsîplînê heye hevdîtina bi malbatê re nayê kirin û ji ber ku 6 mehan sînordarkirina hevdîtinê heye, hevdîtina bi parêzeran re nayê kirin. Îtiraz li vê biryara li dijî hiqûqê hate kirin û nimûneyên van dosyayan hatin xwestin, lê belê ev daxwaz bi hincetên ewlehiyê hatin redkirin."

‘XETERE LI SER JIYANA WAN HEYE’

Parêzeran di dewama serlêdanê de wiha diyar kir: "Jiyana girtiyên ku ji 25'ê Adara 2021'ê ve agahî ji wan nayê girtin, bi awayekî potansiyel di xetereyê de ye. Li gel temenê wan ê mezin û rewşa tenduristiya wan, îzolasyona mutleq a dûr û dirêj yekparebûna wan a ruhî û fîzîkî tehdît dike. Nebûna mekanîzmayên kontrolkirinê û rêyên serlêdanê yên têrker, xetereyê mezintir dike. Ji bo ev zirara binpêkirina xala 17'an a Qanûna Bingehîn (qedexeya îşkenceyê) bi dawî bibe, ji bo hevdîtina bi malbatê û parêzeran re bê kirin, em daxwaza biryara tedbîrê dikin a ku di xala 73'yan a rêziknameya navxweyî de hatiye diyarkirin."