Keşe Mîxaîl Yaqûb dagirkerî û destdirêjiya li dijî tevahî pêkhateyan şeremzar kir

Keşe Mîxaîl Yaqûb êrişên dewleta Tirk ên li ser gundewarên asuriyan û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: "Em li dijî çi destdirêjiya li ser xirstiyan û pêkhateyên din ên herêmê ne."

Keşe Mîxaîl Yaqûb dagirkerî û destdirêjiya li dijî tevahî pêkhateyan şeremzar kir
29 kanûn, 2021   03:12
HESEKÊ – OLVA HAC MENSÛR

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Di rojên dawî de êrişên li ser navçeyên Zirgan û Til Temirê  zêde kirin û bi balafirên bêmirov ên biçek  bajarê Kobanê bombebebaran kir.

Hêzên dagirker cihên ku sivîl lê dimînin, wekî navenda Kobanê, gundên asuriyan ên Şenan, Til Cûma, Til Kefçî yên Til Temrê û gundewarên Zirganê, cihên olî li rojhilatê navçeya Til Temirê, dêr, mizgef û goristan kirin hedef. Di encama van êrişan de 9 welatî şehîd bûn û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.

Girêdayî mijarê keşeyê dêra Mar Asyia EL-Hekîm a navçeya Dirbêsiyê bavê Mîxaîl Yaqûb ji ANHA`yê re wiha got: "Li gorî ola me ya xirstiyan, em parêzvanên hezkirin û aştiyê ne. Çi tişta ne li gorî hezkirin û aştiyê ye li dijî xirstiyan, pêkhate û neteweyên din, tê redkirin."

Keşe hewldanên dagirkirina herêmê red kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo me, encîl dibêje ku hezkirin ava dike lê nefretkirin wêran dike. Em dagirkerî û destdirêjiya li dijî me û li dijî çi pêkhateyên din şermezar dikin."

(bx)

ANHA