Jinên Efrînî: Bêyî azadiya rêbertî tu wateya jiyanê tune ye

Jinên Efrînî yên li kampa Berxwedan tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Kêfxweşiya dilê me ku em rêber Ocalan azad bibînin. Em ê hemû astengiyan derbas bikin da ku wî di aliyê fîzîkî de azad bibînin."

Jinên Efrînî: Bêyî azadiya rêbertî tu wateya jiyanê tune ye
29 kanûn, 2021   05:16
ŞEHBA

9`ê Cotmeha 1998`an komployeke navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan hate kirin û di 15`ê Sibata 1999`an de pêk hat. Rêber Abdullah Ocalan li paytexta Kenya, Nairobi hate revandin û ji wê demê de di girtîgeha Îmraliyê de ye.

Hikumeta Tirkiyê siyaseteke bêserûber li ser rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de dimeşîne. Armanca wê ji vê yekê ku derfetê nede fikir û felsefeya wî di nava gelên bindest de belav bibe.

Rêber Abdullah Ocalan ji destpêka ku hatiya girtin ve di girtîgeha xwedî ewlehiyeke giran de rastî tecrîdeke giran tên. Di 29`ê Mijdarê de hikûmeta Tirkiyê cezayên nû li rêber Abdullah Ocalan bir û ew jî ku hevdîtina wî bi parêzeran re 6 mehan û ya bi malbatê re 3 mehan qedexe kir.

Di vê çarçoveyê de jinên koçber ên Efrînê yên di kampa Berxwedan de tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

'FIKIRÊN WÎ DI MEJIYÊ ME DE NE'

Sîham Henan komploya navneteweyî û cezayên li dijî rêbertî şermezar kir û got, dewletên desthilatdar ji girtina rêber Ocalan di nava 23 salan de di girtîgeha Îmraliyê de têr nebûn, ji ber wê jî cezayên dermirovî li wî birîne û hevdîtina wî bi malbat û parêzerên wî re qedexe kir.

Sîham Henan wiha domand: "Armanca dewleta Tirk  ew e ku bi van cezayafikir û felsefeya rêbertî n belav nebin. Lê ew nizanin ku her çiqas hewl bidin fikirên wî binpê bikin planên wan dê têk biçin. Ji ber ku fikirê rêbertî di mejiyên me de ne. Em jî hemû çalakiyên banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan lidar dixin."

Sîham Henan di axaftina xwe de bang li hemû gelên azadîxwaz kir ku serî hildin, banga serbestberdana rêbertî bikin.

'BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ HEVKARIYA WAN DI VÎ SÛCÎ DE NÎŞAN DIDE'

Fîdan Iço jî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Em nizanin çi bi rêber me di girtîgeha Îmraliyê de tê. Em cezayên ku li wî hatine birîn û qedexekirina hevdîtina wî bi malbat û parêzerên wî re şermezar dikin."

Fîdan destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan bi rêya felsefeya xwe ku banga azadî û aştiyê dike, gel ji desthilatdarî û koletiyê hişyar kirin.

Fîdan  Ico bêdengiya navneteweyî ya derbarê sûcên ku dewleta Tirk li dijî gel û rêberî wî Ocalan pêk tîne de şermezar kir û got: "Ew hevalbendên sûcên ku têne kirin e."

'KÊFXWEŞIYA DILÊ ME KU EM RÊBERÊ XWE AZAD BIBÎNIN'

Selwa Şêxo jî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ew ku rêbertî ji gelê wî dûr bixe, vê yekê jî bi rêya ku derfetê nade fikir û felsefeya wî belav bibe dike û wiha domand: "23 salin ku  rêbertî dûrî me xistine. Armana wan berxwedana gel lawaz bikin û îradeya Kurdan bişkînin. Lê hewldanên wan îsrara me di berxwedan û serkeftinê de zêde dike."

Selwa Şêxo teqez kir ku jiyan bêyî azadiya rêber Abdullah Ocalan bê wateya û ev tişt anî ziman: "Kêfxweşiya dilê me, em rêberê xwe azad di nav xwe de bibînin ku heger ji bo vê yekê rojane bi dehan jin şehîd bibin."

Selwa Şêx got, bi saya fikirên rêber Ocalan wateya azadiyê bi giştî û azadiyê jinê bi taybet nas kir, ji ber dema ku mêr amade bûn jinan xwe vedişart lê îro di eniyan de şerê dijmin dikin.

Selwa Şêxo di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî kir ku cezayên li rêber Abdullah Ocalan hatine birîn rake û banga azadiya wî ya fîzîkî kir.

(bx)

ANHA