Bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 2 şehîdên Kobanê hatin veşartin- HATE NÛKIRIN

Şehîdên bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê  Viyan Kobanê û Rojîn Ehmed Îsa bi merasîmeke bi heybet li goristana Şehîd Dîcel hatin veşartin. Di merasîmê de şehîd Welat Yilmaz hate bibîranîn. Cenazeyê şehîd Nûjiyan Ocalan wê li Şehbayê were veşartin.

Bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 2 şehîdên Kobanê hatin veşartin- HATE NÛKIRIN
Bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 2 şehîdên Kobanê hatin veşartin- HATE NÛKIRIN
Bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 2 şehîdên Kobanê hatin veşartin- HATE NÛKIRIN
Bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 2 şehîdên Kobanê hatin veşartin- HATE NÛKIRIN
Bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 2 şehîdên Kobanê hatin veşartin- HATE NÛKIRIN
27 kanûn, 2021   15:05
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî yên herêma Firatê û şêniyên ji  tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmeke girseyî cenazeyên şehîd Viyan Kobanê û Rojîn Ehmed Îsa li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê spartin axê. Her wiha Welat Yelmaz ê ku  berî demekê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bûbû, hate bibîranîn.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan; Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Merhef Xelîl Îbrahîm û Welîd Mihemed Menle di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Kobanê şehîd bûbûn. Cenazeyên Merhef Xelîl Îbrahîm û Welîd Mihemed Menle duh êvarî li navçeya Eyn Îsayê hatin veşartin.

Endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Tolhildan Zerdeşt axivî û got, dewleta Tirk hedefgirtina sivîl ji xwe re kiriye kar û sedema vê yekê bêdengiya navneteweyî ye. Tolhildan Zerdeşt diyar kir ku ew xwe naspêrin tu kesî, belê li dijî van êrişan ew ê xwe bispêrin ciwanên xwe.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî ya dagikirî Sebrî Nibo axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker hewldana qirkirina gelê herêmê dike û bi rêya qirkirina bedenî û şerê derûnî şerê qirkirinê pêk tîne. Lê gelek tiştan paşguh dike wekî ku rêber Abdullah Ocalan dibêje, me ciwanan dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser bikevin."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşê Efendî got: "Li hemberî van êrişên li dijî me, em ê bê deng nemînin. Em serî ji tu kesî re natewînin û di şoreşa xwe ya ku me dest pê kiriye û em ê biserbikevin de, em li nîvê rê ne. Em xwediyên karwanê şehîdan e ku ji me re rêya azadiyê bi rihê xwe xêz kirine û em ê şopdarên rêya wan."

Piştî axaftin bi dawî bûn, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

 Cenazeyên Viyan Kobanê û Rojîn Ehmed Îsa hatin veşartin û cenazeyê şehîd Nûjiyan Ocalan ber bi Şehbayê ve hate şandin û wê li goristina Şehîdên Berxwedana Serdemê were veşartin.

(eh)

ANHA