Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê konferansa xwe li dar xist

Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê Şaxa Qamişloyê çaremîn konferansa xwe bi armanca amadekariyên duyemîn kongreya Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê li dar xist.

Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê konferansa xwe li dar xist
24 kanûn, 2021   14:08
QAMIŞLO

Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina duyemîn kongreya Yekitiya Bijîşkan a Cizîrê de, Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê Şaxa Qamişloyê, çaremîn konferansa xwe ya demkî li Kafe Keleha Qamişlo li dar xist.

Di konferansê de hevserokên Yekitiya Bijîşkan şaxa Qamişloyê Dr. Mistefa Ebdulkerîm û Dr. Nercis Hesaf, hevserokê Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê Dr. Ehmed Yûsif û bi dehan bijîşk bajarê Qamişloyê amade bûn.

Di destpêka konferansê de endamê TEV-DEM’ê Rojhat Lasir bal kişand ser rewşa siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê û got:  "Qonaxa ku gelên Bakurê Sûriyê tê re derbas dibin, qonaxeke hestiyar û dîrokî ye. Divê em li ser vê bingehê bixebitin."

Rojhat diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê di van demên dawîn de bi gelek alî û welatên navneteweyî re di warê dîplomasiyê de pêşketinên berbiçav dîtine û wiha dom kir: "Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandoreke mezin li siyaseta Rojhilata Navîn bi giştî kir. Gelên herêmê bi hevgirtina xwe ya bi Rêveberiya Xweser hemû êriş û planên dagirkeriyê pûç kirin."

Rojhat bal kişand ser êrişên dawî ên dewleta Tirk ên li ser Zirgan û Til Temirê û got: "Ev êrişên dagirkeriya Tirk ji bo herêmên me ne nû ne. Dagirkerî her carê armanc dike ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û vîna gel bişikîne, lê bi berxwedana gel em ê bi ser bikevin.”        

Piştre rapora salane ya Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê Şaxa Qamişloyê hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve hate gotûbêjkirin.

Di dawiya konferansê de Dr. Mistefa Ebdulkerîm û Dr. Olka Roso wek hevserokên Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê Şaxa Qamişloyê hatin hilbijartin.

(dx)