​​​​​​​Endamên Desteya Aborî û Çandiniyê beşdarî çalakiya li Sêmalkayê bûn

Endamên Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê tev li çalakiya li Sêmalkayê bûn. Çalakî 81 e ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên li Xelîfanê bi destê hêzên PDK’ê hatibûn şehîdkirin, dewam dike.

​​​​​​​Endamên Desteya Aborî û Çandiniyê beşdarî çalakiya li Sêmalkayê bûn
24 kanûn, 2021   13:52
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê, Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê 5’ê Cotmehê li dijî îxaneta Partiya Demokrat Kurdistanê (PDK) bi armanca wergirtina cenazeyên şehîdên Xelîfanê dabû destpêkirin.           

Endamên Desteya Aborî û Çandiniyê ji deriyê Sêmalkayê ber bi deriyê Pêşxabûr ve meşiyan.

Endamên desteyê ji aliyê şêniyên Til Temirê ve ku di roja duyemîn de li konê xwepêşandanê nobetê digirin, hatin pêşwazîkirin.

Li deriyê Pêşxabûr cîgirê Desteya Aborî û Çandiniyê Îbrahîm El-Hasûd şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Em li pişta van dayikan in ku li benda cenazeyên şehîdên xwe ne. Di vê qonaxa hestiyar û şert û mercên dijwar de û tevî hemû dorpêçan em ê li ser vê axê li ber xwe bidin û tawîzan nadin."

El-Hasûd her wiha bang li PDK’ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.            

Tê payîn ku şêniyên navçeya Zirgan a Hesekê li konê xwepêşandanê nobetê bigirin.           

PDK’ê di 19'ê Kanûnê de deriye sînor ê El-Welîd jî girtibû.

(dx)

ANHA