Malbatên girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de: Ciwanên me bi mirinê re rû bi rû dihêlin

Malbatên gelek girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de diyar kir kiryarên desthildarên Tirk ên li dijî ciwanên wan, sûcên li dijî mirovahiyê ne. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk bi awayekî sîstametîk girtiyên siyasî dikuje.

Malbatên girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de: Ciwanên me bi mirinê re rû bi rû dihêlin
23 kanûn, 2021   00:38
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de didomîne. Mafên wan binpê dike û îşkenceya derûnî û bedenî li wan dike. Herî dawî ji ber wan îşkenceyan gelek girtî şehîd bûn.

Dewleta Tirk bi tawana pêkanîna çalakiya siyasî Mehmûd Selîm girt, cezayê muebedê lê birî. Her wiha hevdîtina bi malbatê re jî hatin qedexekirin. Ji 27 salan ve Mehmûd Selîm di girtîgehên Tirkiyê de ye û li hember îşkenceyê li ber xwe dide..

Her wiha desthilata Tirkiyê Mehmûd Selîm ji girtîgehekê vediguhêze girtîgeheke din û nahêle hevdîtinê bi malbatê re çêke. Tenê di vê dawiyê de hişt ku bi rêya telefonê bi malbatê re biaxive.

DÎTINA ZAROKÊN ME MAFEKÎ REWA YE

Sedîqa Mehmûd Reşo dayika Mehmûd Selîm sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî girtiyên siyasî şermezar kirin û got: “Ji mafên me ye em zarokên xwe bibînin. Ew wî mafî binpê dikin. Gelo qedexekirina dayikan ji dîtina zarokên xwe re ne sûcekî dermirovî ye?"

Sedîqa Mehmûd têkildarî zehmetiyên dema diçû kurê xwe li girtîgeha Amedê bibîne, dikişandin wiha got: “Li min dan û îşkence li min kirin. Pasport û pere ji min dizîn. Di dawiyê de nehiştin ez kurê xwe bibînin.”

Sedîqa Mehmûd wiha domand: “Bi wê tenê nekirin, ez ji Tirkiyê derxistim, her tim li pey min bûn û ez aciz dikirim.”

Sedîqa Mehmûd bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku daxwazên dayikan bînin cih û zarokên wan serbest berdin û got: “Em daxwaza mafên xwe yên rewa dikin. Ji mafê me ye ku zarokên me yên girtî û rêberê me serbest werin berdan.”

GIRTÎ BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ HIŞTIN

Girtiyê siyasî bi navê Mihemed Îsmaîl li Serhedê bi hinceta çalakiya siyasî pêk tine, ji aliyê dewleta Tirk ve tê girtin û cezayê muebedê lê tê birîn. Niha di girtîgeha Arzerûmê ji 29 salan ve li ber xwe dide. Ji ber îşkenceyê lingê wî bi giranî birîndar bûye.

Dayika wî Qidret Şêxo Mihemed sûcên ku dewleta Tirk li dijî girtiyan di girtîgehan de pêk tîne şermezar kirin û got: “Nahêlin em girtiyên xwe yên nexweş derman bikin û wan bi mirinê re rû bi rû dihêlin heta ku şehîd dibin.”

Qidret Şêxo destnîşan kir ku kurê wê di girtîgehê de nexweş e û nayê dermankirin û wiha bi dawî kir: “Rewşa kurê min mîna gelek girtiyan e. 29 sal di girtîgehê de ye, ev ne zulm e?”

(şx)

ANHA