Li Zirganê ji ber bombebarana dagirkeriya Tirk 4 sivîl şehîd bûn

Di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundên bajarokê Zirganê ê Hesekê de welatiyekî din jî li nexweşxaneyê şehîd bû. Li gel vê, hejmara şehîdan bû 4.

Li Zirganê ji ber bombebarana dagirkeriya Tirk 4 sivîl şehîd bûn
22 kanûn, 2021   09:28
QAMIŞLO

Welatiyê bi navê Mihemed Xêr Elyan (58) ji gundê El-Esediyê yê rojavayê li bajarokê Zirganê yê Hesekê şevê din ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker bi giranî  birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Ferman a Qamişloyê şehîd bû.

Li gorî bijîşkan, Mihemed Xêr Elyan piştî ku emeliyata wî zêdetirî 3 saetan dom kir, saet di 10.00'an de jiyana xwe ji dest da.              

Bi vî awayî hejmara şehîdan gihaşt 4 kesan; Melekê Ehmed El-Îd (30), dayika wê Fesle El-Îd (60) ji gundê Rebîat û Salih Hemîd û Mihemed Xêr Elyan ji gundê El-Esediyê.

Bajarokê Zirgan û gundên wê yên bakur, başûr û rojava ji baregehên li gundên Bab El-Xêr û El-Dewûdiyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatibûn hedefgirtin.

 (dx)

ANHA